Polîtîk
Qedera CHP-ê îro kifş dibe

Enqere – Îro Kongreyê giştî yê CHP-ê destpê dike. Kongre du rojan berdewam dike. Îro roja yekem dê serokê giştî yê partiyê bête hilbijartin. Roja duyem jî îdara partiyê tê hilbijartin. CHP, bi gelek tevlîêhevî û fen û fîtan kongre çêdike. Bi kasetek li ser jiyana taybet ya serokê berê Denîz Baykal hate belav kirin û Baykal îstifa kir.
Kemal Kiliçdaroglu niha berendamê tenêye ji bo postê serokatiya CHP-ê. Lê her gav tiştek nû derdikeve hole. Lê dixweyê CHP dixwaze bi awayekî xwe biguhere. Dê piştî kongrê kifş bibe ku ka gelo dê ev partî xwe biguherê yan jî wê siyaseta xwe ya kevneperst berdewam bike.