Polîtîk

Amerîka piştevaniya tu aliyekî Iraqî nake

Balyozxaneya Amerîka ya li Baxdayê bi daxûyaniyekî eşkere kir ku ew nûçeyên ku dibêjin Amerîka dixwaze Alawî û Malikî nêzikî hev bike ne rastin û gotin ku tu hewldanên wan bi vî awayî tuneye.
 
Bêjedarê balyozxaneya Amerîka ya li Baxdadê Fîlîp Frîn ragihand, ku hemû ev nûçeyên weha didin nîşandan Amerîka bi şêweyekê nihênî li gel berpirsên bilindên Eliraqîyye û Îtîlafa Dewleta Qanûnê hevdîtin kirin., Ev nûçe ne rastin tru bingeh ji van nûçeyan re tuneye. Bêjedarê balyozxaneya Amerîka ya li Baxdadê got, ku Amerîka bi ti avayekê di kar û barên Iraqê de destwerdanê nake û piştevanîya ti fraksiyonekê li dijî alîyekê din nake û tenê kar bo ewê çendê dike, ku hukûmeteke niştîmanî li Iraqê bi beşdarîya hemû alî û pêkhatên Iraqî bihêt ava kirin.

Fîlîp Frîn da xuyakirin, ku Amerîka dixwaze Iraqîyan hişyar bike, da ku bi xwe hukûmeteke niştîmanî ava bikin û bo pêkanîna hukûmeta jî, derfetê nedin ji derveyê Iraqê ve şîret ji wan re bihên kirin.

Back to top button