Beşikçi tevlî nivîskarên Le Monde diplomatique kurdî bû
Hejmara Gulan’ê ji bo bîranîna Serdeşt Osman e!
Beşikçi tevlî nivîskarên Le Monde diplomatique kurdî bû
KÖLN – Hejmara meha Gulanê ya rojanameya navneteweyî Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên cur bi cur ên ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê hat weşandin. Çav li bendê ye ku rojname di demên pêşiya me li Tirkiye’yê jî were belavkirin.
Hejmara Gulanê ya Le Monde diplomatique kurdî ji bo bîranîna rojnamevan Serdeşt Osman ku ji Hewler’ê hat revandin û qetilkirin, li jor logoya rojnameyê bi banda reş hatiye derxistin.
Di hejmara nû de civaknas İsmaîl Beşikçi nivîseke taybet bo Le Monde diplomatique kurdî nivîsandiye. Hat ragehandin ku Beşikçi tevlî nivîskarên rojnamê bûye û di gotara xwe de êrîşa li dij Ahmet Türk dinirxîne û rista karbidestên tirk wekî sedema zêdebûna pêkutiya li dij kurdan bi nav dike. Beşîkçî her weha pêngava kurd a partiya deshilatdar AKP’ê dinirxîne û gengeşiyê dike ka kurd, siyasetmedar û endamên parlementoyê helwesteke çawa bigirin.
Huqûqnas Celîl Kaya jî di gotara xwe ya li ser mafê diyarkirina qedera xwe (self-determînasyon) digel peyman û pergela Neteweyên Yekgirtî de hildigire û şert û mercên ku ji bo vî mafî bi rewşa kurdan re dide berhev.
Bi rasthatina 24’ê Nîsan’ê, Fermana Ermeniyan, Le Monde diplomatique kurdî cih dide du nivîsarên taybet. Trine Keleven a nivîskar û endama PEN’a Norwec’ê di nivîsa xwe de çavdêriyên xwe yên sebaret bi darizandina kujerê rojnamegerê ermenî Hrank Dînk, ku di êrîşeke çekdarî de jiyana di dest dabû, radigihîne. Nivîsa Prof. David Gaunt jî qirkirina asûrî/suryaniyan û di destpêka sedsala 20’an de têkiliya kurdan a bi vî gelî re digihîne xwendekaran.
Her weha nivîsên li ser guherîna hukûmetê li Qirxizistan’ê, nêviyên wenda yên Aleksanderê Mezin ên li Pakistan’ê û tengezariya navbera Yûnanistan û Makedonya û her weha peymana mertala li dij çekên navokî û kêmasiyên wê, ew mijar in ku di vê hejmarê de cih digirin.
Di vê herjmarê de her weha dosyeyeke sebaret bi parzemîna reş Afrîka’yê û serpêhatiya serxwebûn û pêşketina aborî ya welatên afrîkayî heye ku li ser mijarê bi awayekî berfireh hûr dibe.
Wêneyên Le Monde diplomatique kurdî ya vê hejmarê ji alî berhemên Adem Sönmez, Paşa İmrek û Murat Sönmez ve hatiye hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye, Le Monde diplomatique Kurdî ku ji aliyê Koma Ragihandinê ya Kurdî ya Serbixwe (IKMG) ve dihê derxistin di meha Sermawezê ya sala buhurî de dest bi weşanê kiribû. Rojnama Le Monde diplomatique kurdî bi du zaravayên kurdî, kurmancî û soranî dihê çapkirin.
Hevdem, çav li rê ye ku kovar meha pêşiya me li Bakûrê Kurdistan’ê û Tirkiye’yê jî were belavkirin. Rayedarên İKMG’yê ragehandin ku ew amadekariya belawkirina govarên navnetewî Atlas û Manier de Voir jî dikin.
Mirov dikare ji navnîşana jêrîn xwe bigihîne malpera înternetê ya Le Monde diplomatique kurdî.
Ji bo têkilî û abonetiyê: [email protected]