Cîhan

Li Hindistanê balefirek ya rêwiya ket xwar

Li Hindistanê balefirxaneya Mangalore, balefirek ya rêwiya dema ku xwest daynê erdê teqiya û di encam de 158 kesî jiyana xwe ji dest da. Di balefirê de tevî rêwî û karmendan 166 kes hebûn. Li gora gahdariyan 8 kes  xilas bûne nemirine. Berpirsê şirketa Air India Express, da xûyakirin ku ev balefir ji Dubahî rabûye.

Serokwezîrê Hindistanê piştî vê bûyera nexweş sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana ji dest dane xwest. Da diyarkirin ku ji bo biryarekî ew dê hêviya zanebûna sedemê ketin û teqîna balefirê bin.

Back to top button