Komeleya Dostayetiya Kurd û Tirk serdana Barzanî kirin
Li hevdîtinê de xanim Ayla Aras Cîgirê Serokê Komeleyê xweşhaliya bi vê serdana Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser çawayiya damezrandina vê komeleyê û her wiha behsa mebesta damezrandinê kir û ragihand ku bi navê kur kirina diyaloga kulturî ya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye û her wiha di navbera her du neteweyên Kurd û Tirk de ev komele hatiye damezrandin.
Serok Barzanî destxweşî li Komeleya Dostayetiya Kurd û Tirk kir û ragihand ku damezrandina komeleyên bi vî awayî dibe piştgiriyeke girîng ji bo hewlên Herêm û Komara Tirkiye ya berev pêşbirin û xurtkirina wan pêwendiyên ku li navbera her du aliyan da heye.
Serok Barzanî eve jî ragihand ku pêwîstiya mîlletan bi hevdû têgihiştinê û pêkve jiyanê heye û nexweştirîn tişt jî li wire ku gîr û girift bikevê nav mîlletan an ferhengek bête holê ku bibê sedema aloziya di navbera wan. Li Herêma Kurdistanê li ser wan hemû karesatên ku li ser Kurda hat, wekî kîmyabaran û enfalkirin û qîrkirin û wêrankirina gundan, lê belê nehişt ev karesat bibin sedema têkçûna pêwendiya dîrokiya di navbera Kurd û Ereb.
Her çar mîllet Kurd, Ereb, Faris û Tirk pêkve wekî bira li vê navçeyê dijîn. Bi şer tu pirsgirêk nayê çareser kirin, eger bi şer pirsgirêk çareserbibuya dê niha gelek pirsgirêk bihatan çareser kirin. Ji bo wê yekê zimanê diyalog û hevdû têgihiştin tenha rêye ji bo çareser kirina van pirsgirêkên ku hene.
Profesor Dr. Teyar Arê li axaftina xwe de vê yekê ragihand ku Ereb, Kurd, Tirk û Faris pêwendiyekî birayane û dîrokeke xwe yê hevbeş kom dike. Ji bo wê yekê pêwîste pend li pêşerojê wergirîn û wê birayetî û dostayetiyê bixîn li ser hêlekî rast û dirust. Em û Kurd yek malbat buyîn û divê her bi wê yek malbatiyê de bimînîn. Pêşketina Kurdistanê cihê dilxweşiya meye û me her du jî pêwîstîman bi hevdû heye.
Dr. Veysel Ayhan jî ragihand ku serdana çaverê kiriya Serok Barzanî ya Tirkiye dibê sedema ji holê rabûna navbiran û rûpeleke nû jî li pêwendiyan de vedike.
Serok Barzanî spasî vê hestên wan kir û dûpat kir ku di demeke nêzîk de serdana fermiya Tirkiye encam dide û armanca vê serdanê jî nehiştina lemper û navbirane û her wiha ji bo pêşbirina pêwendiyane.