Rexnekirin berî xwendinê dibe?
Di hinek malperan de kêys heye ku xwendevan li ser nivîsên weşandî nêrina xwe binivîsin. Bêguman ev jî wek gelek mafên demokratîk yê dî, dikare ji alî hin kesan ve bi qencî an jî bi xirabî bê karanîn. Ev tiştekî normal e. Heta ku heqaret li kesan neyê kirin, bila dîtin û raya kesên şirovekirî bên belav kirin. Eger şirove hemû şaş û dezînformasiyon be jî.. Ji ber ku li vir ji bo bersivê û serrastikirinê rê vekiri ye.
Dostekî ez agahdar kirim ku nivîskarekî (ez nabêjim xwendevanekî ji ber ku gelek camêr hene tenê dinivîsin, ew naxwînin… bêyî ku bizanîn li ser hertiştekî xwedî raman in…) li ser pirtûka min ”Mam Xidir diçe warê hiraçan” şiroveyeke şaşo-paşo nivîsîye. Bi rastî jî xwediyê şiroveyê birêz Balageş wisa kiriye. (bnr. https://rojevakurd.com/kultur/7687-Pirtkek-zarokan-Mam-Xidir-die-war-hiran.html) Tiştên ne rast dibêje. Hin tiştan jî sergirtî dibêje, ango tenê ew bi xwe dizane çi dibêje û jê nayê fehm kirin. Lê dîsa jî xem nake, ez dixwazim wek niyeta wî ya qenc binirxînim û bi çend gotinan pirsên wî jê re zelal bikim. Diyar e ku ew kesekî ciwan e(ew bi xwe dibêje; “..rojekê zarokên min hebin..”), û dibe ku tecrubên wî kêm bin, loma hêvîdar im dilê xwe negre ku ez jî bersiva “rexneyên” wî didim. Ji xwe ez vê nivîsê ji rexne û bersivdanê bêtir wek guftogoyekê dibînim.
Balageş weha dibêje:
”Berê zarokan didin civaka gundîtiyê. Kurdbûn bo wan pez-dewar, sergîn, berx û bizin in. Kîjan civak bûye bajarî, ew bûye netewe jî. Gundîtî ne xirab e, lê têra jiyanê jî nake.”
Pirtûkên zarokan bi piranî çîrok in ku lehengên wan jî bi piranî bizin, çêlek, hesp, ker, beraz, gur û rovî û.hwd. in. Di civatên gelek pêşketî û modern de jî weha ye, hevalê hêja… Pevgirêdana vê yekê bi paşdemayîn an jî peşdeçûna civakê ve tune.
Eger di vê pirtûkê de min karibûye ez berê zarokan vegerînime ser jiyana gundîtîyê û koçeriyê, min karekî baş kiriye û cîyê bextewariyê ye. Ji ber ku çavkaniya ziman û çanda kurdî di jiyaneke wisa de peyda bûye û heta îro hatiye. Hîna me ew ziman ji ber tofana helandin û windabûnê xilas nekiriye.
Belkî jî birêz Balageş dixwaze bêje ku di mala wî de pirtûkên kurdî yên weha gelek hene, an jî pêwîstî bi wan tune û naxwaze ji piçûkên xwe re bixwîne. Bi kêyfa xwe ye. An jî, ew bi hestên welaparêzî dixwaze ku gelê wî rojekê zûtir bibe gelekî bajarî, xwedî teknolojî û nîmetên bajarvaniyê. Û bi vî awayî bibe netewe… Daxwazeke xweş û baş, lê mixabin hemû civatên bajarî ji xwe berê ve nabin netewe. Îro sê milyon kurd tenê li Îstenbolê di pota ziman û çanda tirkî de dihelin. Bajarekî ku bi têra xwe nûjen û modern e jî …. Tirkan bi plan û proje û bi şerekî qirêj yê sî salî ev rewş peyda kirine. Li wir zarokên kurdan ji çêlekê re dibêjin “inek” ji şîr re jî dibêjin “süt” ! û helandina kurdan dom dike, hevalê hêja…
Ez bîst û pênc sal e li dibistanên welatê Swêdê de dixebitim û dizanim; li vir dibistan mecbûr in ku zarokan bibin gundan (ciyên ku li pez-dewar tên xwedîkirin û çandinî dibe) ji bo ku zarok bibînin û bizanin xwarina wan ji ku tê. Tu dizanî jiyan bê şîrê çêlekan û hêkên mirîşkan nabe… Pêwîstiya civakên modern jî yên ne-modern jî bi wan tiştan heye û wê her hebe…
Navê “Xidir” erebî ye?
Ez ne di wê baweriyê de me ku ew navekî erebî ye. Eger wisa be jî çi dibe? Ma navên me an jî kesên malbata me hemûyan ne erebî ne? Bi qasî ez dizanim navê “Xidir” li Kurdistanê bêtir di nav kurdên ne misilman de belav e. Wek di nav kildanî, êzdî û elewiyan de. Wisa diyar e ku navê Xidir di berî îslamiyetê de di nav kurdan de hebûye. Wek gelek peyvên din (nimûne: dîn, îman, zeman, bi, Brahîm) ketine zimanê erebî, navê Xidir jî dikare yek ji wan be.. Di mîtolojiya heremê de, (destana Gilgamêş ya someriyan de-ku li Musul-Nînovayê hatiye dîtin) kesê bi navê Enkîdo di nav kurdan û farisan de bûye “Xidir”, piştî derketina xaçparêziyê (300 sal piştî zayinê) xiristiyanan jê re Sankt Nikolaus gotiye û dû re piştî îslamiyetê bûye Hezretî Xidir an jî Hz. Xizir û ketiye nav çanda ereban û misilmanên herêmê yên din . Ev nav li herêma Dêrsimê navekî belavbûyî ye. Li wir mizgeft û mella jî nînin ku em bêjin xwe nêzîkî ereban bikin, çawa ku birêz Balgeş îddîâ dike. Û weha dom dike:
“Dijmin dixwazin em berê xwe nedin sharezayiyê. Hilberîn, estetîk, bajarvanî, teknîk, zîrekî ûêd ji me dûr digirin. Dibêjin bila Kurd her bindest bin. Eshîra xwe li ser neteweya xwe re bigirin.”
Ew mesela eşîrtiyê tu dibê jî, min fehm nekir , bi rastî çi pevgirêdana wê bi vê pirtûkê ve heye? Wek te, gelek kes hene ku naxwînin, lê bi pêşbiryarî qise dikin. An jî ji hinekên din dibihïsin û qise dikin. Kesên weha, dikarin wisa bawer bikin ku nivîskarê pirtûkê behsa eşîra xwe kiriye. Li wir eşîra “Mam Xidir” jî nehatiye diyarkirin, belengazo ew belkî li dijî eşîrtiyê ye, hîç behsa eşir-meşîran nekiriye. Îcar eşîra çêleka wî, an jî ya hirçên hevalê wî jî tune, bi qasî em dizanin…
Bi hêviya ku em xwe ji pêşbiryaran dûr bigrin, berê bixwînin, paşê nêrîna xwe bêjin, ez li vir gotina xwe kurt dibirim.
Haluk Öztürk
03.06.2011