Polîtîk

Navên wan partyên kurdî yên dê digel Esed bicivin

Partiyên kurdî yên Sûriyê razî bûn ku hefteya dahatû bi mebesta gotûbêjê digel serokê Sûriyê Beşar Esad bicivin. Serkirdeyekî opozîsyonê jî tekez dike ku partiyên kurdî li ser bingehê destpêşxeriyeke berê ku ji aliyê wan bi xwe ve hatiye amadekirin dicivin.

Di daxwiyaniyekê de bo rojnameya Şerq El-Ewsed endamê serkirdayetiya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şelal Gedo dibêje:
– Piştî ku dawiya hefteya borî ji bo diyalogê dawetnameyeke bilez ya serokê Sûriyê Beşar Esad giha 12 partiyên kurdî ên Sûriyê, serkirdeyên kurd jî razî bûn digel Esed rûnin. Civîn li ser bingehê destpêşxeriyeke kurdan dibe ku partiyên kurdî ragehandine û li ser daxwazên gelê kurd pêdagir in.
Naverasta meha borî destpêşxeriyek ji aliyê partiyên kurdî ve hat ragehandin û tê de daxwaza; diyalog, îtîrafkirina bi gelê kurd di destûra Sûriyê de û herwiha ji bo çareserkirina vê krîza niha ku Sûriye têde ye bi beşdariya aliyên opozîsyonê kongreyeke niştimanî bê girêdan, kir bû.

Gedo navê wan partiyan jî eşkere kir yên dê li Şamê digel serokê Sûriyê Beşar Esad dicivin ku serokên wan partiyan diçin. Navê wan partiyan jî wiha ye:
– Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
– Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Baskê Dr. Ebdulhekîm Beşar)
– Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê.
– Partiya Yekîtî ya Demokrat.
– Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê.
– Partiya Wekhevî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê.
– Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê.
– Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
– Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

Tê çaverêkirin ew partiyên kurdî hefteya dahatû digel Beşar Esad bicivin ku li Sûriyê hatine qedexekirin û mohleta wan tune. Destûra Sûriyê jî îtîraf bi hebûna gelê Kurd di wî welatî de nake ku, li gor hindek çavkaniyan, hejmara wan zêdeyî 3 milyon kes e û ji sedî 13ê daniştvanên Sûriyê pêk tînin.

 Li gor wan zaniyariyên gihiştîne malpera me, hijmareke mezin ji kesatî û siyasetmedarên kurd li dervey welêt naxazin patiyên kurdî li hindur digel serokê rijma Sûryê biciv in û ew kesatî û siyasetmedar hewil didin ku patiyên xwe qanî bikin û dawetnameya rijêmê red bikin.Rojevakurd-Rûdaw

Back to top button