Lawen Kurdistanî serdana Beşikçî kirin
Lawên Kurdistanî serdana mamustayê mezin dr. Îsmail Beşîkçî kirin. Navê Lawên Kurdistanî di daxuyaniya li xwedî derketina nirxên netewî li Bakurê Kurdistanê derket pêş. Herweha ji berî çendekî civîna ku li Diyarbekirê di bin navê “ Ji Lozan 2 yem re na“ hatî kirin û destpêkirina kampanyaya “ Em dixwazin biryarê li ser çarenûsê xwe bidin“ navên Lawên Kurdistanî derket pêş.
Lawên Kurdistanî li Enqere li paytexta Tirkiye serdana Dr. Îsmail Beşikçî kirin. Van lawan di weşanxana çarçira de serdana Beşîkçî kirin û Îsmaîl Xoce gelek bi germî pêşwaziya wan kir û guh da daxwazî û herweha bîr û baweriyên lawên Kurdistanî. Ev lawên hanê li Bakurê Kurdistanê bûne tovê welatparêziyek ku li ser daxwazên netewî û xwedîderketina nirxên netewî li Kurdistana Bakur.