Clinton rejima Sûrî şermezar kir
Rejima Sûrî ji bo pêwendiyên di nav xelkê ku dijê rejîmê kêm bike û ji bo gihandina agahdariyan, tora înternetê li Sûrî qut kir. Mafê xelkê Sûrî ji bo aghdariya di rêya Înternetê de nemaye.
Ji bo vê yekê Amerîka vî karê rejima Sûrî bi tundî protesto kir.
Di vê derbarê de wezîra derve ya Amerîha Clinton di daxuyaniyek ya xwe de got: Di derbarê qut kirina tora înternetê û karnekirina telefonên berîka li gelek bajar û deverên Sûrî em gelekî xemgînin. Em hemî kiryarên rejima Sûrî yên sinorkirin û binpêkirina mafên mirovan ruswa dikin û helwestên rejimê yên li dijî dengê xelkê Sûrî ji bo azadiyê şermezar dikin. Sûrî dixwazê bi van kiryara dengê xelkê qut bike û daxwazên ji bo azadiyê nehelê. Ev helwest bi tu awayî arîkariya rejima Sûrî nakin, rêk tenê heye ku, ew jî guhertina rejima Sûrî bi xwe ye.