Polîtîk

Kerkûkî: Tecrûbeya demokratîkbûnê li Kurdistanê bi hêsanî nehatiye bidest xistin

Duhî serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî bi cêgirê sekreterê giştî yê NY yê ji bo karûbarên mafên mirovan re civiya.

Di hevdîtinê de Kerkûkî daxwaz ji şanda mêhvan kir daku, NY piştgîriya gelê kurd û prosesa demokrasiya Kurdistanê bike û her weha di warê bijenosîdnasandina komkujiyên ku, ji aliyê rijma diktatora jinavçûyî ve li ser gelê kurd hatine kirin hevkariya gelê Kurd bikin.

Kerkûkî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, ezmûna demokratîkbûnê a li Kurdistanê bi hêsanî nehatiye bidest xistin û niha jî bi metirsiyên curbicur re rûbirûye, lewre pêwîste sazî û navendên navnetewî piştgîriya vê ezmûna han bikin.

Kerkûkî di beşeke din ya axaftinên xwe da rapora vê dawî ya navenda parastina mafên mirovan jî bi raporteke nebaş wesif kir û ragihand ku, navnda han di vê rapora xwe de gelek neheqiyên mezin li hikûmet û dezgehên fermî yên Kurdistanê kiriye.

Kerkûkî her weha hêvî xwest ku, heyetên ewrûpayî û navnetewî bo xwe serdana Kurdistanê bikin û bi çavên xwe rewşa mafên mirovan li Kurdistanê de bibînin.

Back to top button