Li Parisê dijê PKK-ê operasyon hate kirin

Li Paytextê Fransayê polisan li komeleyên kurd yên ku bi nêzingbûna  PKK-ê ve têne naskirin lêgerîn çêkirin û hinek kes binçav kirin. Li ser vê yekê endamên van komeleyan û derdora PKK-ê li himber polisan protesto kirin. Di van protestoyan de gelek kes birîndar bûn.

Li gora agahdariyên medyayê 5 kes hatine girtin. Di derbarê bûyerên li Farnsayê çêbûyî wezereta navxwe yê Fransayê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku, 5 kes hatine girtin û 3 ji van navên girîng yên PKK-ê ne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: