Navê hesretê welat bû

Ji helbestvanê Suryaniyan Yusuf Dikmen pirtûkek nû:
‘Navê hesretê welat bû’

Bêrîkirin, hîsek însanî ye. Hesreta evîndaran dihêne zimên. Dema hesret berê xwe li welat be û jiyana mirov li sirgonê derbas bibe, dibe mîna pizotên agir û hinavê mirovî diperitîne. Hesret laşê mirov radipêçe û janê dide rûhê mirovî. Hezkirin û girêdana evînê kurtir û agirê dilê mirovî gurtir dibe. Bilind dibe, dibe evîna MemûZîn ê, pîroz dibe rengê dêra Mor Gabrîel û Lalişê distîne…

Ez qala gelê Suryanî dikim. Ji ber nasname û ola xwe hatin sucdarîkirin. Sucekî wan hebû, lê herdem ji bo sucekî du (2) caran hatin cezekirin. Lewma êşa wan ya sirgonkirin, girtin, kûştin û qirkirinê pir giran e. Jiyana li sirgonê birayê mirinê ye, asîmîlasyona rojane rêya windabûn û tunebûnê ye. Lewma evîna welat ne hêsan e bibe helbest û êşa xelkê bihêne zimên. 

Ez behsa helbestvanekî ji yê welatê xwe dikim. Welatê pir reng,, pir çand, pir ol dikim. Helbestvanek ji Tora Evdînê, ez qala Yusuf Barsaumo Dikmen dikim. Ez ê hinekî li ser berhema wî ya nû, ‘Özlemin adı vatanmış- Navê hesretê welat bû” kur bibim.

Heft roj in, dixwînim helbestên wî. Yek hefte ye, dibin heval ji min re, li welatê bavûkalan, di nav adet û toreyên sedasalan digerim. Xweza, xweşikbûn û şêraniya bajar, gundan û mirovan min şa dike. Rûpelên reş ji dîroka herêmê dibin kabûs û nîvê şevê xewa şêrîn li min dikin jehr, di nava xwedanê de dihêlin, perîşaniyê bi ser mi de dihênin. Carna bi hêviyên mezin, yê yekîtiyê, biratî û wekheviyê em mil didine hev, bi hev re dimeşin ji bo pêkanîna xewnên xwe, armancên xwe.

Helbesta “Hesret” stirana rehmetiyê Aramê Tîgran, “were were keko were/ li welatê xwe vegere” dihêne bîra mirovî. Lê helbest, bi nalîn û qîrîniya dayikekî Suryanî barkirî ye. Banga wê berê xwe dide lawê wê yê li sirgonê:

Êşa laş û piştê zêde bû
porê min sipî
min te mezin kir û jiyanek feda kir
ji bo ku li ber serê min rûne
min bi tenê nehêle

Tenêbûn êş e, elem e, jan e
tu îro li xerîbiyê
û ez bi tenê

Ez hatim jibîrkirin
çavê min li rêya te qurimî
li bendan te ye, vegera te ye…

Hûn dara “tu”wê nas dikin, an na?
We tuwên zer û sorereş xwarine, an na? Ji bo êşa dila pir baş e dibêjin, li aliyê me.
Lêvên sor, ji şekir şêrîntir, yên qîzikan û çavxezalên li welatê min, rengên xwe ji wan distînin gelek caran.
Di cejna Mesîhiyên welatê min yên paskalyayê de, bi hêkan re têne kelandin tuwên Torê û hêkên heft rengîn rengê xwe ji wan distînin û têne ber mêvanan, digot rehmetiyê apê me, Yusuf Dursun.
Ez zanim wê Torî aciz bibin, hêrs bibin, lê dîsa jî divê ez bêjim. Ez bêhtir hez dimsa tuwa dikim. Helbet niyeta min, ne biçûkirina dimsa tirî ye. Ez qala dewlemendiya Torê dikim. Tamên cewaz dikim. Huner û dewlemendiya metbexa Torê dikim. Divê hûn dimsa tuwa tam bikin.
We qet tuwên hurkirî di ber “dondurma Gurgum”ê de alastiye? Tecrûbe bikin.
Çaya tuwên hişk kirî, li hemberî serma û zekemê derman e dibêjin, hekîmên welatê min. Divê hûn çend çaya vexwin.

Helbestvan Dikmen ji awirekî din nêzî dara tuwê dibe û wateyekî din li “Dara tuwê” siwar dike:

Bi hezaran sal in li ber siya darên tuwê
Di nav xewn û xeyalan de diçin em
Bi sedan xewnên erênî dibînin
Bi çîrok û efsaneyan mezin dibin em

Li ser milê dayikên Aşuriyan
Nanê tenûrê tê bin dara tuwê
Ava hênik ya kaniyê te ser sifrê
Bîranîn dibûn mijara ber siyê

“Kerwan” û helbestên li ser kerwanan beşek ji çanda herêmê ye. Kelemên li pêşiya kerwanan herdem hatiye zimên û bûye mijara helbestan, helbestvanan. Helbestvan li gorî çand û adetê herêmê,  ji bo qencî û buyerên neyenî navgînan peyde dike, bi hêviyên pêşerojê jiyanê zindîtir û xweştir dikin, anjî xelkê şiyar dikin, xeteran eşkere dikin. Helbesta kerwan ya Dikmen jî wisa ye:

Dibêjin ku dawiya sebrê heye
raste, an na?
ez pir caran pêrgî mirovan bûm
beşek ji wan bê hêvî
û hejmarek bi hêviyan barkirî bûn

Zext dayîna li ser hêviya
bêsûd e dibêjin gelek kes
ma tu zanê?

Di reşahiya tarî ya şevê de
kerwan dimeşe û kûçik direyin
dengê sega winda di tariya şevê de
Û kerwan di rêya xwe de diçe bê rawestan

Ne yek, ne sed, ne jî hezar. Qetilkirina heftê hezar kesan ne hêsan e bikeve ser kaxezê û rengê helbestê bistîne. Buyerên wisa mirov dihejîne, rûhê mirov birîndar dike.
Helbestvan Dikmen qetilkirina 70 hezar kesan ji devê şahida bûyerê, pîrejinek 80 salî distîne û bi navê “Dîmenek”î pêşkêş dike:

Ez im şahid
ya qirqirina heftê hezar kesan
serên ji bedena jêkirî
cendek li alîyekî û seriyên di dest wan de
Ji serê gira dihatin xindirandin
serê bê cendek
û cendekên di nav gola xwînê de wundabûyî
Ma ew roj têne jibîrkirin, lawê min?!.

“Hizirkirin” e navê helbestek ji ya Dikmen.
Bela serê mirov e hizirkirin, li welatê me. Dibe sedema girtin, îşkence, kûştin, talankirin û sirgonê. Lê helwestek însanî ye, hizirkirin. Kesê hizir neke nikare bibe alîkarê guhertin û pêşketinê.

Helbestvan bi helwestekî wisa reng dide helbesta xwe:

Hizirkirin ji te re ne pêwîste
gotin min
lê ji roja ez bîr dibim, ez hizir dikim
di rêka hizirkirê de dimeşim ez
rêvî radiwestin, lê ez nawestim
her hizirkirinek rê ji yekî nû re vedike
ne rê dev ji min berdide
ne jî ez dev ji hizirkirinê…

Pirtûk bi zimanê turkî di nav weşanê Arjovî di sala 2009 an de belav bû. Mijara helbestan ji hesreta welat û evîndariyê pêk tê. Pirtûk 160 rûpel e. Kesên bixwazin dikarin bi rêya e-mailê bixwazin: [email protected]

Me ji Yusuf Dikmen pirs kir ku, çima navê hesretê welat e?

“Ez li wir çêbûme û mezin bûme. Zarokbûn û ciwanbûna min li wir reng girtiye. Ez perçeyek ji xaka wir, çiya, erd, kevir, ba, çand û toreyê wir im. Xwezaya wir ez afirandime û reng daye hîsên min. Lewma di helbestên min de xweşiya welêt xwe dide der.

Bi hemu aliyê xwe, rojên xweş û rûpelên reş, bi hezkirin û lehengiyê, welatê min reng dane helbestên min. Her aliyek ji welêt mîna wêneyekî ne. Wêne dikevin ser peyva, peyv dibin helbest û rengê welêt û hesreta welêt distînin. Hêviyên me di wan de hatine bicîkirin. Û pêşeroja me.

Ez ê berdewam bikim û qala welatê xwe bikim. Zarokên me jî dê me fêm bikin û ji bo hesretê bi dawî bihênin dê bixebitin. Lewma hesreta welat mijarek giring e û cihê xwe di helbestên min de distîne…”

Nirxandin û danasîn: Gabar Çiyan

 

Yusuf Dikmen kî ye?

Em wî bi navê ‘Barsaumo d´beth Gauro’ nas dikin. Barsaumo ye navê wî yê kurt e. Yusuf hinekî fermî ye. Bi eslê xwe ji Torê, ji gundê Urdnus/Arnas ê ye. 1976 an hetiye Swêdê.

Di rêkxistinên Asurî/Suryaniyan de kar kiriye û bi pirsên civakî daketiye. Ji 1984 an bi Sosyal Demokratên Swêdê re kar dike. 10 salan di Federasyona yekgirtî ya biyaniyan-SIOS de weke nûnerê Asuriyan kar kiriye.

Di gelek kovaran de makaleyên wî belav dibin. Ji bilî xebatên antolojiyê, sê pirtûkên wî derketine.

– Assur i Exil, 2004 (Swêdî)
– Moder assyria, 2005 (Swêdî)
– Özlemin adı vatanmış, 2009 (Turkî)

EuroKurd News/Cîhana Weşana

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: