
Gelo ji bo vê armanc û daxwazê hewcedarî bi 40 salên şer û qurbanîdana zêdetirî ji 50 hezar ciwanên Kurd hebû?
Kanala “Zagros 24”, ku kanaleke Kurdî û Farsî ye, dest bi weşana xwe kir û armanc û stratejiya xwe eşkere kir. Kanala Zagros 24 ku her heman Aryan TV ya PKK’ê ye û navê xwe guhertiye, armanc û stratejiya xwe bi navê “yeksaniya jin û mêran, demokrasî û hevkariya gelan û dijayetiya nasyonalizmê” ragihand.
Derbarê armanc û stratejiya kanala Zagros 24 de, nivîskar û lêkoler Hamîd Gewherî dibêje: “Ev her heman bernameya PKK’ê ye ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Di rûber de xwe wekî bêlayen nîşan didin, lê belê dijberiya nasyonalizmê dikin, ku ev yek jî cihê razîbûna rejîma Îranê û şofînîzma Îranî ye. Bi vê şêwazê, ew gotara berî heşt salan a ‘Mistefa Qeresu’ dubare dikin ku gotibû: Em dewleta Kurdî naxwazin! Em naxwazin Tirkiyeyê dabeş bikin! Em doza demokratîzekirina Tirkiyeyê dikin! Xebata me ne ji bo veqetandinê ye!”

Hamîd Gewherî
Gewherî di berdewamiya şiroveya xwe ya li ser armanc û stratejiya kanala Zagros 24 de çend pirsên giring û cewherî dike:
Yekem: Madem li Tirkiyeyê xebata hizbî ya azad hebû, gelo ew daxwaza wan hewceyî 40 salên şerê çekdarî û kuştina zêdetirî 50 hezar mirovan hebû?
Duyem: Gelo ew dizanin ku bi karên xwe yên têkdaranî di wan 40 salan de, çi ziyan gihandine Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê?
Sêyem: Boçî ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê, rêkarên siyasî û medenî nehatine girtin û çek hildan?
Çarem: Ma partiya yasayî HDP’ê 81 parlamenterên wê li Tirkiyeyê nebûn? Boçî bi siyaseta xendekan mal li Kurdan wêran kir?
Pêncem: Çima zêdetirî yek milyon Kurd li Kurdistanê aware û derbeder kirin?
Şeşem: Madem armanca wan demokratîzekirina Tirkiyeyê ye, karê wan bi parçeyên din ên Kurdistanê re çi bû? Û çima Rojavayê Kurdistanê ji rêbaza wê ya rastîn derxist û nehişt Kurdên wê beşê bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe bidin?
Heftem: Çima destwerdan di karûbarên Başûrê Kurdistanê de dikirin û dibûn sedema rakêşana artêşa Tirkiyeyê bo nav axa Başûr?
Gelo gotin û kiryarên wan, di çi xaneyeke siyasî ya welatan de tên nirxandin? Û gelo ev daxwaza PJAK’ê, ne her heman daxwaza PKK’ê ye ku 40 salan şer ji bo kir û zêdetirî 50 hezar mirov tê de bûn qurbanî?


