Barzanî bersiva ereban da: Ger destûr mir wê demê yekparçeyî ya İraqê jî dimire

Di hevpeyvînekê de digel rojnameya Şerq El-Ewsed de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: ‘’Niha hemû bingehên dewletê yên herêma Kurdistanê hene, lê em bi mana İraqê ve girêdayî ne, heta İraq bi destûra niha ve girêdayî be. Herwiha digel hinek binpêkirinan jî ew girêdan heye.’’
Barzanî wiha axifî: ‘’Ger bixwazin İraq aram bibe û biratiya dîrokî ya navbera kurd, ereb û turkmenan de berdewam be, divê madeya 140ê were cîbicîh kirin û pirsa navçeyên veqetandî jî bi rêya wê madeyê bê çareserkirin, ji ber rewş di hemû kêliyekê de li ber teqînê ye.’’
Derbarê wan kesên ku dibêjin dem bi ser madeya 140ê de çûye û miriye jî Barzanî got: ‘’Ger madeya 140ê miribe wate destûr miriye, ger destûr jî mir wê demê yekparçeyî ya İraqê jî diqede.’’

Derheqê xwepêşandanên bajarê Silêmaniyê de jî Barzanî got:

– Xwepêşandan mafekî xwezayî yê her hevwelatiyekî ye ku were ser cadeyê û nerînên xwe bîne ziman, lê tişta di wan xwepêşandanan de dihat xwiyakirin dû ajandeyên wê hebûn, Yekem; Ajendeya hevwelatiyan ku daxwaza reform, derfeta kar û baştirkirina xizmetguzariya dikirin, em jî yekem kes bûn ku me daxwaza wan reforman kiriye û bo cîbicîhkirina wan daxwaziyan jî tişta ji destê me were emê bikin. Dûwem; Ajendeya opozîsyonê bû ku daxwaza wergirtina desthilatê dike, evna jî mafê wan e, lê divê bi rêya rewa be, bi hilbijartin û rêya dezgahên destûrî be. Herwiha me ragehandiye ku ji bo hilbijartina pêşwext û berfirehkirina hikûmetê jî amade ne, ger di hilbijartina dahatû de desthilata niha deng û baweriya gel bidest nexist, bê guman diçe.

Barzanî bal kişand ser bingehê wê pirsgirêka siyasî ya li Silêmaniyê û wiha pêde çû:

– Ew pirsgirêk di encama ku di nav YNKê de belavbûnek çêbû derket, ji ber Tevgera Goran berê di nav YNKê de bû û jê cuda bû, pirsgirêkê ji wir destpê kir. Pirsgirêkê hemû herêma Kurdistanê li xwe negirt, di bingeh de pirsgirêk li Silêmaniyê ye, dibe ku peşkên wê gihabin Hewlêr, Dihok û Kerkûkê jî, lê belê eslê pirsgirêkê li Silêmaniyê ye.

Serokê herêma Kurdistanê behsa rolê hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da:

– Em jî bi awayekî ji rewşê nerazî ne, lê bê guman hikûmet jî hewl dide erkê xwe cîbicîh bike, belê kêmasî di damûdezgahên hikûmetê de hene, niha jî hewl tê dayîn yasa û daxwazên gel werin cîbicîh kirin.

Li ser pirseke rojnameyê ku serokwezîr Berhem Salih dibêje Barzanî piştgiriya wî dike, Barzanî wiha bersiv da:

– Hikûmet, hikûmeta herêma Kurdistanê ye û kak Berhem Salih jî serokê wê hikûmetê ye, bê guman erkê min e piştîvaniyê lê bikim, min piştgirî kiriye û her berdewam jî dibim.

 Li ser wêya gelo Berhem Salih dû salên din jî wek serokwezîr dimîne ku, li gor rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNKê her dû sal carek divê serokatiya hikûmet û parlamento di navbera herdû aliyan de bê guhertin, Barzanî dibêje:

– Ew mijar niha ne cihê gotûbêjê ye, nehatiye behskirin jî, niha jî ne cihê gotûbêjkirinê ye li ser.

Mesûd Barzanî li ser gendeliyê li herêma Kurdistanê jî radiweste û dibêje:

– Niha li ser pirsa gendeliyê çend lijneyek pêk hatine. Gendelî li ser her wezaret, dezgah û berpirsekî îspat bibe, lêpirsîneke dijwar ligel tê kirin.

 Barzanî da zanîn ku peywendiya wî ligel xelkê peywendiyeke birayetî û salên xebatê ye ne ku peywendiyeke desthilatdar û gel:

– Ji Zaxo heta Pêncwên kêm gund hene bi piyan min serdana wan nekiribe û lê rûneniştibim.

Li ser wêya ku wek ‘’Kek Mesûd’’ navê wî tê anîn ne ‘’Birêz Serok’’ ji aliyê xelkê ve jî Barzanî dibêje:

– Ez pir şanaziyê bi wê navanînê dikim. Ji ber ez xwe wek serokê wan dananêm, min li vir berpirsyariya xizmetkirina gelê xwe hilgirtiye, ne bi pêgeha serokayetiyê, wek birayekî wan.

Derbarê gelo dê careke din bo Serokatiya herêma Kurdistanê bibe berendam, Barzanî got:

–  Ez bi destûra herêma Kurdistanê ve girêdayî me, destûr jî tenê mafê wê yekê dide tenê dû dewreyan bibî serok, ez jî dû dewreyan serok bûm, yekem bi rêya parlamento, dûwem jî bi rêya dengdana rasterast. Destûr vêna yekalî dike.(Rûdaw)

Nerîna min :