Li Diyarbekirê Zanîngeha Dicle xwendevanan di şahiyekî de konserek ya muzikê dan. Xwendevanan stranên kurmancî, zazakî, ermenî, tirkî û bi zimanên din gotin.
Gelek berpirsên rêveberiya bajarê Diyarbekirê di vî şahiyê de amadebûn. Di dawiya şahiyê de serdozerê Diyarbekirê, Durdu Kavak axavtinek kir. Axavtina Kavak gelek balkêş bû.

Kavak di axavtina xwe de got: Li min temaşe bikin ez jî insanek wek we me. Ez ji berî 5 salan hatim Diyarbekir. Niha em di sala 2006-ê de bûna, ezê mecbur bima û minê di derbarê we de lêpirsîn vekira û dê hunê ji bo gotina van stranên xweş bihatan girtin. Herweha serdozer got ku, dema ez guh didim stranên kurdî gotinên wan tê nagihim. lê ez keyfek mezin ji muzika kurdî distînim. Û xwendevan pîroz kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: