CivakFlaş

Serok Barzanî: Kurdistan dê her bimîne landika pêkvejiyanê

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê kir û pê re tekez li ser qurbanîdan û xebata hevpar a hemî pêkhateyan kir û hat destnîşankirin ku Kurdistan dê her landika pêkvejiyan, biratî û tebayiyê bimîne.

Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de amaje da ku Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) pêşwaziya Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê Patrîark Mar Polsê Sêyem Nona kir.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Kenîseya Kildanî spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin, ji ber bizavên wî yên berdewam ji bo parastin û piştgirîkirina maf û daxwazên Krîstiyanan û hemî pêkhateyên neteweyî û olî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, herwesa rola bavane ya Serok Barzanî di xurtkirina biratî, tebayî û çanda pêkvejiyanê û piştgirîkirina pêkhateyan de jî bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî di wê hevdîtinê de amaje bi qurbanîdan û xebata hevpar a hemî pêkhateyên Kurdistanê kir û jê re tekez kir: “Cihê şanaziyê ye ku li Kurdistanê çanda pêkvejiyanê heye û em hemî di xweşî û nexweşiyên hev de hevsoz û hevpar in; Kurdistan dê landika pêkvejiyan, biratî û tebayiyê bimîne.”

Back to top button