
Wezareta Derve got ku hikûmeta Iraqê pêşnûmeyek ji bo kontrolkirina çekan amade kiriye ku di rojên pêş de were pêşkêş kirin. Wî rave kir ku serokwezîr ji bo pêkanîna planê Hezîrana sala bê wekî demek diyarkirî destnîşan kiriye.
Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got ku Konseya Atlantîkê li Washington, DC, roja Çarşemê 30ê Îlona 2026an mazûvaniya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên kir. Serokatiya civînê ji hêla Victoria Taylor, Rêvebira Projeya Înîsiyatîfa Iraqê û Sûriyeyê ya li konseyê ve hate kirin.
Civîn li ser pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Iraq û herêmê hate kirin. Her wiha wan li ser perspektîfên têkiliyên Iraq-Amerîka, pêşeroja hevkariya ewlehiyê û hewldanên ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê nîqaş kirin.
Di beşek din a civînê de, helwesta Iraqê li ser nakokiyên herêmî, bandora cezayên li ser Îranê li ser Iraqê, têkiliyên aborî û hewldanên hikûmeta Iraqê ji bo kontrolkirina çekan û çareserkirina pirsgirêka komên çekdar hatin nîqaş kirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê rave kir ku pêşnûmeya planê bernameyek ji bo pêkanînê vedihewîne. Di civînê de her wiha ewlehiya sînor, pêşketinên li Sûriyeyê û encamên wan li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê jî hatin nîqaş kirin. Di dawiya civînê de, derfetên xurtkirina têkiliyên aborî yên di navbera Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de û teşwîqkirina şîrketên Amerîkî ji bo veberhênanê li Iraqê ji bo berfirehkirina asoyên hevkariya aborî û bazirganî ya di navbera her du welatan de hatin nîqaşkirin.


