CivakFlaş

Nurettin Demirtaş: Em dewletekê naxwazin; dewlet astengiyek li pêşiya azadiyê ye.

Nuredin Demirtaş birayê mezin ê Selahattin Demirtaş e. Ew li başûrê Kurdistanê dimîne û berpirsek ji yên PKKê li Qendil e. Nureddin di hevpeyvîna xwe de behsa dewletbûna Kurda dike. berê xwe bidinê ka Nureddin çi dibêje:

“Rêber Apo dibêje,eger hêza me hebûya ku, em tevahiya cîhanê vegirin, cardin me dewletek Kurdî nedixwesta.”

“Di derbarê çareseriya pirsa neteweyî de, em Marksizim û Leninizmê bingeh digrin”

“Bi gotineke din, prensîbên jiberkirî yên wan îdeolojiyan wekî bingeh hatin girtin”

“Ew ji wê ramanê derket holê ku sosyalîzm, ango civak û dewlet, azadî û dewlet, nikarin bi hev re bijîn.”

“Dewlet her tim li hember civakê zilmkar e.”

“Ew (dewlet) astengiyek li pêşiya azadiyê ye.”

“Ji ber ku” Eger li her deverê ku dewletek neteweyî hebe, potansiyela pevçûnan jî heye.”

Nureddin hinek gotinên din jî di derbarê dewletbûna Kurdan de dibêje û hewldide siyaseta helendina Kurdan di nav dewletên serdest de meşru bike.

Kêşe ne dîtinên Ocalan û yên PKKê ne, kêşe tênegihandina xelkekî ye.

Bi van dîtinên dijberî hemû nirxên Kurdistanê û civata kurd, ew siyasetê dikin. Lê mixabin ev yek dihêle ku hestên netewî kêm bibin û Kurd li dijî dewletbûnê bêne jehrkirin.

Apo û PKK projeyeka dewletê bû. Ev yek ji aliyê Ocalan ve vekirî tê gotin. Lê mixabin yan gelek aliyên siyasî bi vê yekê nagihin , yan jî ev bi hesabê wan jî tê….

Back to top button