Cîhan
Îna zaroka: 67 kuştî û sedan birîndar
Doh li seranserê Sûrî bû cihê xwepêşandanan. Li gelek bajaran xelk derketin derve û doza azadiyê kirin. Doh di bin navê slogn a Îna Zarokan de xelk derketin derve û doza ruxandina rejima Sûrî kirin.
Li Kurdistanê di serî de li Qamîşlo, Kobanê û Amudê kurd derketin derve û doza azadiyê kirin. Li Bajarê Hamayê hêzên ewlehiya Sûrî û leşkeran êrîş birin li ser xwepenşanderan û bajar kirin gola xwînê. Li gora agahdariyên cur bi cur 67 kuştî li bajarê Hemayê hene. Birîndar gelekin ev jî dikare bibe sedama zêdebûna hêjmara kuştiyan.