CîhanFlaş

Îran: Agirbest û rakirina dorpêçan dê îro dest pê bikin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîb Ebadî roja Duşemê got ku bernameya nukleerî ya welêt dê berdewam bike. Nivîsa memoranduma têgihîştinê ya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de temam bûye. Wî got ku du biryar dê îro sibê tavilê bikevin meriyetê: bidawîanîna şer û operasyonên leşkerî li hemû eniyan, tevî Lubnanê, û rakirina ambargoya deryayî ya Amerîkayê.

Xerîb Ebadî got ku danûstandin demek dirêj dom kir û bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê hatin kirin. Şandeyek Qeterê duh ji bo 15 demjimêran danûstandinan gihîşt Tehranê. Tehran tenê piştî ku daxwazên xwe yên dawî di nav nivîsê de bicîh kir, li peymanê razî bû.

Xerîb Ebadî tekez kir ku peyman li ser bingeha bêbaweriyê hatiye nivîsandin û Îran dê çavdêriya pêkanîna sozên Amerîkayê bike.

Wî her wiha got ku ketina nav danûstandinên 60 rojî bi şertê misogerkirina agirbestê, rakirina dorpêçan û berdana fonên astengkirî yên Îranê ve girêdayî ye. Di danûstandinên nû de dê rakirina hemû dorpêçan, pirsgirêka nukleerî û ji nû ve avakirinê hebe.

Rayedarê Îranî got: Destkeftiyên Îranê di peymanê de gelek in, lê hêzên wê yên çekdar amade ne ku li hember her binpêkirinan bisekinin.

Di vê navberê de, Donald Trump bi rêya platforma “Trust Social” peyman piştrast kir û got; “Bila petrol biherike,” û got ku Tengava Hurmuz bê gumrik dê were vekirin û ambargoya deryayî ya DYAyê dê tavilê were rakirin.

Back to top button