Rewşa keçên etiyopyayî li Kurdistanê
Warvîn: Li gor zanyariyên polîs û berpirsên şaredariya Enkawayê ya bajarê Hewlêrê, hin keçên etiyopyayî şevan bo karên laşfiroşî di şeqamên Enkawayê de radiwestin. Hevdem keçeke etiyopyayî jî aşkere kir ku ji aliyê rêvebirê şîrketa ku wan anîna Hewlêrê ve, daxwaza seksê li wê hatiye kirin.
Pişt prosesa azadiya Iraqê, bi rêya 25 şîrketên taybet bi anîna karkerên jin ji aliyên cuda yên wek Nepal, Etiyopya û Endenozyayê, nêzî 1000 karkerên jin ji wan welatan hatina Herêma Kurdistanê.Her çend e hejmarek ji wan şîrketan ji ber binpêkirinan hatin girtin jî niha 19 şîrket îcazeya fermî ji wezareta kar û karûbarên civakî ya herêma Kurdistanê wergirtine.
Kesek bixwaze xizmetkarek bibe mala xwe, xwedanê şîrketa ku kesên biyanî anîne, di wezareta karûbarên civakî de belênnameyekê tijî dike ku pêbendî rênûmayiyan bibe, bi berevajî jî dê tûşî cezaya yasayî bibe. Herweha tu kes nikare xizmetkarekî biyanî bo mala xwe bibe ku sedemeke wî ya maqûl nebe.
Bo nimûne divê di wê malê de bo xizmetkirinê kesek nebe an jî jina malê nexweş an jî karekî wê ya fermî hebe. Li gor rênûmayiyên rêvebiriya Nişîngeha Hewlêrê jî divê karkerên biyanî bi şêweyekî yasayî bên Kurdistanê û cihê karkirina wan bê diyarkirin.
Rêvebirê Nîşîngeha Hewlêrê eqîd Yadgar Enwer ragihand ku destpêkê rêjeyeke zêde jin ji welatê Etiyopyayê hatine lê ji ber hebûna nexweşiya AIDS, binpêkirina rênûmayiyan û metirsiya bo ser edeba giştî ya welatiyan, hejmareke zêde ji wan bo welatê xwe hatine vegerandin.
Di destpêkê de karkirina jinên etiyopyayî li mal û otelan wek paqijkerî bû lê niha rêjeyeke zêde ji wan jinan şevan li baran kar dikin û ji ber wê yekê jî rûbirûyê destdirêjiya seksî dibin.
Jina etiyopyayî ya bi navê Tîgêst Fetaha 22 salî zewicî ye û zarokekî wê ya 5 salî jî heye. Tîgêst ev sal û nîvek e li Hewlêrê ye û bi rêya şîrketekê ve hatiye Kurdistanê. Ew li hotelekê wek paqişker, mehane bi 200 dolarî kar dike.
Wek ku ew behis dike, meaşa ku ew werdigire beşa jiyana wê û malbata wê nake, lewra naçar e êvaran di bareke li Enkawayê kar dike.
Tîgêstê got: “Şevan zilamên nav barê daxwaza seksê li min dikin.”
Çekdarên partiyan û endamên dezgehên ewlekariyê pêwendiyên seksî digel keçên etiyopyayî dikin
Li navçeya Enkawayê piraniya keçên etiyopyayî piştî 12’ê şevê li ser şeqaman tên dîtin. Pir caran digel taksî û otomobîlên şexsî diçin derveyî bajêr û li hemberî pereyê karê seksî dikin.
Derheqê vê mijarê de çavkaniyek ji Şaredariya Enkawayê ji Warvînê re got: “Piraniya kesên ku van keçan dibin derve û karê seksî digel wan dikin xelkê nav bajêr in û beşeke zêde ji wan çekdarên partîyan û dezgehên ewlekariyê ne. Çendîn caran piraniya wan jinan hemîle bûne û ji ber vê yekê jî arîşeyên mezin çêbûne.”
Piraniya şevan ji aliyê wan kesan ve li şevan teqe tê kirin û lewra aramiya navçeya Enkawayê nemaye. Bo kontrolkirina rewşa Enkawayê lîjneyek hatiye pêkanîn ku ji hêzên polîs, asayîş û rêvebiriya şaredariyê pêk tê.
Rêvebirê polîsê Enkawayê raîd Ferman Fazil jî got: “Em dizanin ew keç ji bo karê xirap tên ser şeqaman. Me çendîn caran ew agahdar kirin ku dev ji wî karî bedrin lê dev jê bernadin. Me heta niha çendîn keç destgîr kirin û radestî asayîşê Hewlêr kirin. ”Fazil da zanîn ku çendîn keçên etiyopyayî li Hewlêrê hatine dîtin lê mafê wan ê rûniştinê nîne û nehatiye zanîn ku ew bi çi rêyê hatine Kurdistanê..
Jinên etiyopyayî jî qala wê yekê kirin ku piraniya kesên ku digel wan pêwendiyê dikin, şofêrên taksî ne.
Tîgêst Fetah jî diyar ki ku çendîn caran ji aliyê şofêrên taksiyan ve daxwaza seksê li wê hatiye kirin û got: “Heta ku destê min tê, ez naxwazim bi tenê siwarî taksiyan bim. Çimkî pir caran şofêrên taksiyan derî li min digirin û daxwaza seksê li min kirin, gef li min xwarin.”
Meaşên wan beşa jiyana wan jî nake
Zena Bumu Kebediya 27 salî, keçeke din a etiyopyayî ye ku niha li bajarê Hewlêrê ye. Zena zewicî ye lê zarokê wê nîne. Wê da zanîn ku ev sê sal û nîv e hatiye Hewlêrê û got: “Min di destpêkê li hotel Ş.N wek paqişker kar kir û mehaneya min jî 200 dolar bû. Ew pere pir kêm bû û min nikarî alîkariya meriv û malbata xwe bikim.”
Zena niha bi roj di mala zilamekî tirk de kar dike û şev jî di baran de kar dike.
Zenayê got: “Berdewam daxwaza seksê li min tê kirin. Ez nikarim vegerim mala xwe. Ji ber ku berpirsiyariya malbata min di stûyê min de ye. Du xuşkên min mirine. Ez zarokên wan jî xwedan dikim.”
Şîrketa Malî Kurd ya li Hewlêrê îşkence li jinan dike û daxwaza seksê li wan dike
Şîrketa Malî Kurd yekeke ji wan şîrketan ku heta niha nêzî 200 jinên karker ên biyanî anîne Herêma Kurdistanê û jinên etiyopyayî jî ji wê hejmarê zêdetirin rêjeyê pêk tînin.
Birhanun Gusêfa 27 salî ya etiyopyayî jî bi rêya wê şîrketê hatiye Hewlêrê. Wê aşkere kir ku xwedanê wê şîrketê bi xirapî digel wê keçên din tevgeriyaye û bi çavekî girî wiha axivî: “Xwedanê şîrketê bi awayekî nemirovane digel me tevdigerî. Daxwaza seksê li min û keçên din dikir. Heta kesên din jî digel xwe dianî. Lê em amade nebûn wî karî bikin. Lewra wî bo 4 mehan min û 5 kesên din di jûrekî de zindanî kir û gef li me dixwar ku ew dê me vegerîne Etiyopyayê. Me ava tuwaletê vedixwar. Şevekê me derfet dît û em ji pencereyê re reviyan û ji destê wî rizgar bûn.”
Birhanun Gusêfê da zanîn, pişkî ku reviyane, pasaporta wan di destê xwedanê şîrketê de mane. Tenê 4 keç pasaportên xwe karîne werbigirin. Ji ber ku ew li malên çend berpirsên Mesîfê kar kirine lewra berpirsê şîrketê jî newêriye ku pasaportên wan nede û got: “Pasaportên me digel wî bûn lê me nikarî li dijî wî gilî tomar bikin.Çimkî gef li me dixwar ku ew dê pasaporta me nede. Niha jî eger kese hebe ji me bipirse, ez amade me digel 5 kesên din îfade bidim. Çimkî me pir nexweşî dît.”
Gusefê diyar kir niha pasaportên du keçan di destê wî berpirsê şîrketê de ne û got: “Niha ji ber nebûna pasaportan tu kes amade nîne ku me bo kar werbigire. Rewşa malbata min pir xirap e lê ez ev 15 roj in di bareke ya bi navê Batmasê de kar dikim û xizmetkara malakê me jî. Xwedanê barê daxwaza pasaportê li min dike lê xwedanê Şîrketa Mala Kurd li hemberî pasaportê pereyekî zêde ji min dixwaze.”
Xwedanê Şîrketa Malî Kurd Azad Îzedîn jî axaftinên Birhanun Gusêfê red kir û got: “Axaftinên wê ecêb in û ji rastiyê dûr in, belku ew buxtaneke ku li hemberî şîrketê tê kirin. Şîrketê xerca anîna wan bo Kurdistanê dabîn kiriye û hemû pêwîstiyên wan dabîn kirine. Ez dixwazim ew keç bê cem min û ji min re van axaftinan bike.”
Hevdem Azad Îzedînî veneşart ku wî dest bi ser pasaporta Birhanun Gusêfê de girtiye û li ser vê yekê got: “Rast e min dest bi ser pasaporta wê de girtiye. Çimkî kesek nebû kefîlê wê. Eger kesek bibe kefîlê wê ez amade me pasaporta wê wergerînim, bê ku tu daxwazekê ji wê bikim.”
Ev 6 meh in anîna keçên etiyopyayî bi hemû şêweyekî hatiye qedexekirin. Çimkî ew bûbû sedeme çendîn arîşeyan.
“Li Kurdistanê jiyana me pir nexweş e û tu mafekî me nîne”
Keça etiyopyayî ya bi navê Mebîd Birhano(22) ev sê sal û nîv e bi rêya Şîrketa Biruskê hatiye Kurdistanê û got: “Ev sê sal in ez di şîrketeke tirkî de dixebitim. Şevan jî ez di restoranteke çînî ya li Enkawayê de kar dikim. Li Kurdistanê jiyana me pir nexweş e. Tu kes ji me napirse û tu mafekî me nîne.”
Derheqê arîşeyên wan keçan de jî rêvebirê Polîsê Enkawayê raîd Ferman dibêje: “Em nikarin lêpirsîn derheqê wan şîrketan de bikin. Eger keçên etiyopyayî gilî li ser xwedanên wan şîrketan tomar bikin, wê demê em dikarin dest bi lêkolînê bikin.”
Cîgirê rêvebirê giştî li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Nezmî Musa Osman jî derheqê vê mijarê de wiha got: “Pêwîst e ew keç digel polîs gilî tomar bikin, da ku arîşeyên wan arasteyekî yasayî wer bigire. Madeyeke yasayî heye ku berevanî li mafên wan kesan jî dike. Em jî wek wezaret dê arîşeyên wan bişopînin. Lê eger gilî tomar nakin xwe berpirsin.”
Bokan Hîwa