Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwazî li şanda Koşka Spî kir

Îro dûşem 02/08/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandekî bilinda Koşka Spî ya Wîlayetên Yekgirtiyên Emerîka kir ku ji birêz Tony Bilinkin Şêwirmendê Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka yê karubarê asayîşa netewî û Bunît Talwar Endamê Encumena Asayîşa Netewî û Cristopher Hell Balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka li Iraq û General Oderno Fermandeyê Hêzên vî welatî li Iraq û hejmarek ji berpirsên Emerîkî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku Dr. Roj Nurî Şaweys Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê li Bexda û Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêm û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, li ser pêvajoya siyasî û berbestên rêya demokratî û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Li vî warî de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa siyasiya îro ya Iraqê û ew gotûbêjên ku niha li navbera qewareyên siyasiyan da bi mebesta pêkanîna Hikûmeta nû tê kirin hate nirxandin û behsa wan mijarên astengan kirin ku heta niha bûne sedema pêkneanîna Hikûmetê û her wiha Serok Barzanî wan hengavên destûrî û yasayiyan sebaret bi hilbijartina her sê‌ Serokayetiyan û encamdana çaksaziya li dam û dezgehên Hikûmeta Federal bi dabeşkirina desthilatan ronahî kir ku pêwîste bêne bi cîh kirin û vê dabeşkirinê jî bi mîsogeriyeke mezin ji bo berdewamiya proseya siyasî û demokratiya li Iraq da da zanîn û tekîd jî li wê yekê kir ku li vê qonaxa Iraqê da pêwîste Hikûmetekî hevbendiya nîştimanî pêkbê ku bi tevahî girêdayî destûrê bê ew destûra ku bi destkeftekî herî mezina Iraq û Herêma Kurdistanê tê danan.

Gengeşe kirina nêrîna Kurdistanî sebaret bi maddeya 140 û encamdana serjimêriyekî şefaf û peyrewkirina siyasetekî hevseng li dabeşkirina postan û diyar kirina mekanîzma hevkarî û meseleya Pêşmerge, Neft û Xaz û Yasaya Hilbijartinê ku pêwîstî bi çav pêxşandinê ve heye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Ji aliyê xwe ve endamên şandê piştgîrî û dostayetiya Serok û Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyê Emerîka ji bo gelê Kurdistanê dûpat kirin û bîr û ra jî sebaret bi pêwendiya du qoliya di navbera Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka û Herêma Kurdistanê danûstandin kirin û girîngiya pêşxistin û berfirehkirinê kirin ku xizmeta wan pêwendiyan bike û ji bo wan pêşketinên ku li Herêma Kurdistanê hatine holê destxweşiyê jî li Serok Barzanî kirin.

Li dawiya hevdîtinê de ji bo hewldana ji derxistina Iraqê ji wê tengasiya siyasiya ku tuş buye Serok Barzanî spasî Serok û Cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka û Balyozê Emerîka li Iraq û Fermandeyê Hêzên Emerîka li Iraq kir û Serok Barzanî û endamên şanda Emerîkî jî dupat li ser lezkirina ji bo gihiştina bi nêrînekî hevbeş li navbera qewareyê siyasiyê karîgeran ji bo pêkanîna Hikûmeta hevbendiya rasteqîne kirin ku nûnerayetiya hemû gelê Iraqê bike û li vî warî de Serok Barzanî amadehiya Herêmê ji bo gihiştina bi çareseriyek vexwendina hemû wan qewareyan derbirî.

Back to top button