Polîtîk

Çavê Tirkiye li vê nûçeyê ye

Di dema ku civîna konseya bilind ya leşkerî berdewam dike, bûyerek balkêş pêkhat. Li gora nûçeyekê di hinek malperên Tirkiye, fermandarê  orduya yekê Hasan Igsiz û 19 general û efserên din ji bo ku ifada xwe bidin ji aliyê dadgehê ve hatin xwestin. Herweha ligora nûçeyekî bi biryara dadgehê niha li pênç cihê cuda polis lêgerînê dikin da ku di derbarê van kesên ku dadgehê xwestî delila kom bikin.

Orgeneral Hasan Isiz  kandîdate ku bibe serfermandarê hêzên erdî yê Tirkiye û ew tê wî manê ku dê pêş de bibe serfermandarê hêzên çekdarên Tirkiye. Bakirina wî ya dadgehê ihtimala ku bandora xwe li ser rewşa wî bike heye.

Back to top button