Kultur

Karê Nêçîrvan Barzanî di warê sporê de di ‘el-Hurre’ TVê de

Kanala televîzyonî ya “el-Hurre” bernameyekê derbarê rola serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê sporê pêşkêş dike.

Berpirsê ragihandina Tîma Hewlêrê Saman Brîfkanî ji AKnewsê re wiha got, “Dê sibê êvarê demjimêr 19:10 bi dema hundir kanala televîzyonî ya esmanî “el-Hure” bernameyek taybet bi rola Nêçîrvan Barzanî di pêşketina rewşa werzîşê li Iraqê di bernameya “stadyoma werzîş” ya wê kanalê de pêşkêş bike”.

Bifkanî wiha pê de çû, “Ev bernameye heftane ye ku Husam Hesen pêşkêş dike, her wiha bo bernameya sibê çend kesayetî û berpirsên werzîşî yên Iraqê axaftin û nêrînên xwe li ser karên serokê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê dixin rojevê”.

Hêjayî gotinê ye ku Nêçîrvan Barzanî di heyama kar kirinê de wekî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, çend xizmetguzarî ji pêxistina werzîşa Iraqê re kir, ji wan nûjenkirina stadyuma Gel ya Bexdayê bi qasî 4 milyon dolaran û bi ostogirtina tewayê xercê hevrikiyên ciwanan yên welatên Asiya li Hewlêrê.

Televîzyona “Hure” kanaleke bi zimanê Erebî û giringiyê bi nûçe û zanyariyan li Rojhilata navîn dide, di 14’ê sibata 2004’an de dest bi weşanê kiriye.

Back to top button