10 mîlyar dînar ji bo masterplana tûrîzmê
Semîr Ebdula wezîrê bajarvanî û tûrîzmê yê herêma Kurdistanê diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê 10 mîlyar dînar budce ji bo cîbicî kirina masterplana tûrîzmê û cihên kevnar berdest kirine ku wezareta bajarvanî û tûrîzmê rola çavdêriyê dibîne.
Semîr Ebdula ji AKnewsê re wiha got, “Biryar e projeyên tûrîzmê zêdetir ji kerta taybet ra bê dan û rola wezareta bajarvanî û tûrîzmê tenê çavdêrî dibe”.
Ebdula wiha pê de çû, “Budçeyeke 10 milyar dînarî me bo masterplana geşt û guzar û cihên kevnar terxan kiriye, lê îsal em nikarin beşek zaf ya vî pereyî xerc bikin, ji ber ku temam nabe”.
Li gorî amarên fermî yên wezareta bajarvanî û tûrîzmê ew projeyên geştyarî ku heya niha bi riya wê wezaretê hatine vekirin ji 102 projeyan bi qasî 388 milyon dolaran pêktên, li parêzgeha Hewlêrê 56 proje bi qasî 204 milyon dolar, li parêzgeha Silêmanî 29 proje bi qasî 116 milyon dolar û li parêzgeha Duhok 17 proje bi qasî 68 milyon dolar.