Siyaseta ku steratîjiyê gorî tektîkê dike

Piştî ku li sala 1989  gropekê parlemanterên kurdên bakûr ji partiya (S. H. P) ya tirkî pişkdarî di konfransekê da kirîn li Parîsê li ser bikaranîna çekên kêmyawî. Ev gropa parlementeran ji partiya navbirî hatine derêxistin û wan partiyek bi serokartiya Îbrahîm Aksoy damezrand ku ji wî demî ta nuha ev partiye, ku çend cara navê wê hatiye guherîn, bi partiya kurdan tê naskirin. Ev partiye pêşiyê bi navê (H. P) dihate naskirin, lê ji ber ku ew çend careka ketiye ber hêrişên dewleta tirk û hatiye girtin ji ber wê jî çend carekê dihate girtin dîsa bi navekî din dihate vekirin loma jî ew bi navê (H. P), (D. E. P), (D. H. E. P), (H. A. D. E. P), (D. D. P) û nuha jî bi navê (B. D. P) tête naskirin.

Ev partiye ji destpêkê wek me diyarkirî ji aliyê gropeka parlemanterên kurd ve hate damezirandin û hîvî jê dihate kirin ku bi dirustî bibe dengê kurdên bakûr, lê li despêka salên 1990 an de  (P. K. K) ev partiye xiste bin kontirola xwe û ji wê rojê ta nuha ew li gorey siyaseta wê birêve diçe.

Ez wek kurdek her ji salên 1990ê  ve ji nêzîk ve çavdêriya siyaseta vê partiyê dikim û di ser wê yekê re ku ew wek partiyeka kurdan tê naskirin lê mixabin di gelek helwêstên giring da ew li dijî berjewendiya kurdan rawestaye û bi partiyên Kemalîst û nejidaperestên tirk (C. H. P) û (M. H. P) hev helwîst bûye. Bo nimûne li destpêka salên 1990ê de  dema hêza Amirîka ya bi navê (Hêza Çekûç) li serbazgeha (Încirlîkê) li bajêrê Edenaya Tirkiyeyê hatiye damezirandin ji bo parastina kurdên başûr ji hêrişên Seddamî û em hemû jî dizanîn wî demî man û nemana kurdên başûr li ser hebûna Hêza Çekûç bûye û her şeş meha carekê destûra wê hêzê ji aliyê  paralemtoya Tirkiyeyê ve dihate dirêjikirin. Wî demî partiya (ANAP) partiya Turgot Ozalî piştevaniya mana wê hêzê dikir û hemû caran jî (partiya kurdan!!) ku wî demî bi navê (HADEP) û nuke jî (B. D. P) tê naskirin tevî  herdû partiyên nejadperest û Kemalîstên tirk (C. H. P) û (M. H. H) dibûne yek grop û li dijî mana wê hêza parastina kurdan radiwestan.

Helbet ne ku ewe wî demî çi kesên kurdperwer û xudan helwêstên kurdayetî dinav vê partiyê da nebûn, ji ber ku damezirênerên partiyê bixwe kesên zana û siyasetzan bûn û di dengdana destûra Hêza Çekûç jî da carina hindek parlemanterên vê partiyê li dijî helwêstê partiya xwe piştevaniya mana Hêza Çekûç dikirin. Lê mixabin bere bere ev kes û kadiroyên xwedî helwêstên ku ne dikeftine bin kontirola (P. K. K) ji nav vê partiyê hatine havêtin û dûrêxistin û carina jî yên wekî Hikmet Fîdan hatine kuştin.

Îro jî em dibînîn dewleta Tirkiyeyê li ber hindek guherînên gelek mezine di ev sale da ku karîgeriya wan bi pile yek li ser kurda ne. Em dizanîn ku destûra Tirkiyeyê yê nuha ew destûr e yê ku generalên tirk piştî kodetaya reşa 12ê Îlona 1980ê  li gorey berjewendî û hezên xwe danayî û bi rêka vê destûrê jî her ji sala 1980  û ta nuha bi hezaran siyasetmedar, roşinbîr û genc û pîrên kurd di zîndanên Tirkî da hatine eşkencdan û rizandin, gundên kurdan hatine kavlkirin, zimanê kurdî hatiye qedexekirin û siyaset, axiftin, xwandin, nivîsîn û jiyana azad li kurdan hatiye heramkirin.

Piştî hatina partiya (A. K. P) ya deselatdar ku siyaseta wê li dijî berjewendiya general û Kemalîstan e, wê dest bi lêdan û herfandina binemayên Kemalîzim û milîtarîzmê kiriye û yêk ji van pênigavan jî ew pakêta pêşniyarane ku (A. K. P) pêşkêşikiriye ji bo guhartina destûra tirkîya Kemalîstî ku li roja 12ê Îlona 2010ê  dê li seranserî Tirkiyeyê refrandom li ser bê kirin, ku eve jî berî her kes û gropî di berjewendiya kurdan daye. Ji ber ku her bi rêka vê destûrê faşistî bûye ku 6 -7  cara partiya (B. D. P) hatiye girtin û her ev destûreye ku rêkê li perwerda kurdî digire her ev destûreye ku li gorey benda 15  rê dide generalan her dema ew dixwazin bi rêka kodetayan welatî bêxine bin postalên xwe yên bixwîn.

Tiştê seyir ne ku hebûna vê destûrê milîtarîst û Kemalîstê faşîstiye û ne jî berevaniya partiyên nejidaperestên tirkên wekî (C. H. P) û (M. H. P) yên dije kurd e, lê tiştê seyir û cihê gomanê helwêstê (partiya kurdan B. D. P!!) ye ku her ji nuha wan ragehandiye ku ew dijî van guherînên destûrê ne û ew dê di refrandoma 12/9/2010ê de  pişkdariyê di dengdanê de nekin û li dijî guherîna destûrê Tirkî (destûrê generalên faşîst) rawestin!!!! Li dawiyê jî em digehîne dû encaman:

Yek: B. D. P bi yêk carî dibin kontirola Ebdulla Ocalan daye û Ocalan bixwe jî di zîndanê da dibin kontirola generalan daye û herwekî wî bixwe carekê gotiye parêzerê xwe yê berê Ehmed Zekî Okçîyoxlo “ez çi cara tiştekî wesa nakim ku ne bi dilê generalan be “.

Du: Ji ber ku di helbijartinên şarevaniyên bajarên bakûrê Kurdistanê da (B. D. P) di hevirrkiyeka gerim daye bi (A. K. P) re, ji ber wê yekê her pênigav û pêşniyara (A. K. P) pêşkêş bike (B. D. P) li dij derdikeve!!

Lê bidîtina min xala êkê pitir beraqile û di herdû xalan jî da steratîjî tête gorî kirin ji bo tektîkê ku ji encamê wan jî yê ku ziyana herî mezin dibîne gelê kurd e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: