Gotina Baydemir li dewletê giran hat
Serokê şeredariya Diyarbekir Osman Baydemir ji bo festivala Munzur li Dersimê bû. Di hola şeredariya Dersimê de, konferanda bi navê “ Di pirsa kur de muxatab û xweseriya demokratik“ hate darxistin.Baydemir di konferansê de axaftinek kir. Baydemîr beşek di axaftina xwe de behsa hinek mafên kurda kir û got: “ Li ser banê şeredariya me ala me ya sor û spî heye ma tenişta wê ala me ya kesk û sor jî hebê dê çi bibe?“
Li ser vê gotara Baydemir dozera dest lêpirsînê kiriye. Herweha cigirê serokwezîrê Tirkiye Cemil Çiçek bersiva Baydemîr daye û di derbarê Baydemir de gotinên ne xweş karanine. Baydemîr daxwaziyek zêde nekiriye. Lê kurd li Bakur çi mafî bistînin bila bistînin ma gelo demana mafê kurdan û sembola mafên kurdan ne ala Kurdistanêye? Divê Cemil Çîçek û zihniyeta wî baş tê bigihê ku, heta ew sembola kurdan jî li gel sembola Tirkan hezim ne ke . çi dibêje derewa dike.