General li mirina leşkeran temaşe dikin
Di 20-ê meha Temuza isal çekdarên PKK-ê êrîşek birîbûn li ser qereqolek ya leşkeran. Ev êrîş li herêma Çelê li devera tixûbê Kurdistana Başûr pêkhatibû. Di encama vê êrîşê de 11 leşker hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn.
Li gora rojnama Taraf, dema ev êrîş çêbûyî fermandarên lêşkeran zêdeyî 20 dekîkan bi zindî temaşeyê êrîşê kirin û tiştek nekirin. Ji berî êrîşê demekî balefirên Heron li herêmê bûn û ji êrîşa çekdarên PKK-ê agahdar bûn. Li gora rojnamê, şûna ku fermandar tedbîrekî bistînin, kom bûn û li bûyerê temaşe kirin.
Li gora rojnamê ji berî êrîş çêbibe agahdariyek tê ku dê êrîşek pêkwerê, ji bo vê balefirên Heron rêdikin herêmê. Hatina çêkdarên PKK-ê, êrîşa wan kuştina leşkeran hemi bi gelek vekirî hatiye dîtin û taybetî berpirsê bilind yê leşkerî general Gürbüz Kaya saniye saniye ji vê êrîşê agahdare û hemiyê jî wek filmekî temaşe bike, dike.
Êrîş demjimêr 00.02 destpê dike heta demjimêr 03.29 berdewam dike. Piştî êrîş xilas dibe çêkdarên PKK-ê behna xwe vedikin pişt re ji herêmê diçin.
Li gora nûçeya rojnemevan Mehmet Baransu, destê generalan di vê bûyerê de heye û weneyên ku ji aliyê Herona ve hatine girtin û rêkirine nawenda leşkerî jî ji aliyê rojnema Taraf ve hatiye weşandin.
Piştî ev nûçe û wene hatîn belavkirin, di nav hêzên çekdar de wek erdhejik çêbûye û gelek kes dixwazin lêpirsîn li ser vê yekê çêbibe û kesên tawanbar bêne ceza kirin. Li gora hinek ragihandinan vê weşanê psikolojiya beşek ji leşkeran xirab kiriye.