Civak
Bexda ereban li Kerkûkê cih dike
Evaya jî Erebkirin e, belê niha bi awayekî nerm tê kirin.
Endamê meclisa parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî di vê derbarê de got, ku ev prosesa han a ku ev alîyên han li Kerkûkê encam didin, bê agahdarîya meclisa parêzgeha Kerkûkê ye.
Ehmed Eskerî da xuyakirin, ku li gora qanûna Iraqê gerek meclisa parêzgehê kesan, karmendan û fermandaran li nava rêvebirîyên parêzgeha xwe bi cih bike û ev karê han ne ji derve bihê kirin.
Ehmed Eskerî got: “ Yek ji van alîyan, evên ku bi vî karî radibin, kompanyaya petrola bakur e, ev kompanyaya han bê agahdarîya me vî karî dike û fermandaran ji derveyî Kerkûkê li Kerkûkê didamezrîne.
Nûçe:PNA – Hêmin / Kerkûk