Polîtîk

Erdem: CHP baweriyê nade xelkê

Parlementerê CHP-ê yê enqere, siyasetvanek  dêrîn yê CHP-ê Eşref Erdem, di referandumê de siyaseta ku CHP-ê rêve dibe çewt dibîne û wê bêje, Erê. Eşref Erdem daxûyaniyekî de da kifşkirin, ku dive CHP ji dev vê siyaseta çewt berdê û rastiya xwe bibîne.

Siyaseta îro CHP rêve dibe ne siyaseta partiyek demokrate.
Erdem di daxûyaniya xwe de got: “  Evkas bûyerên balkêş çêdibin, kuştin çêdibin lê CHP deng nake. Dive bûyerên civakî me eleqeder bike û dengê xwe derêxin. Di gotinê de em pertiyekin ku me cimuhriyet avakiriye, em çepin û sosyal demokratin. Lê di paratikê de û siyaseta em rêve dibin dijê van sifatên partiya me ne.“

Di berdewam bûna axaftina xwe de Erdem got, CHP bi parêzgeriya rêxistina Ergenekonê nagihê tu armencek ya xwe. Erdem di daxûyaniya xwe ya ku di rojnama Sabahê de derketî, behsa prosesa referandumê dike û di vê derbarê de dibêje: “  CHP-ê di siyaseta xwe hemiyê de pişgiriya leşkeran kiriye, pê li hukukê kiriye. Îro dibêje emê muhaseba leşkera bikin, kesek bawer nake. Ji bo em bikaribin kêm bê jî, dewsên destûra 12-ê îlona 1982-ê ji hole rakin, ji bo ewkas îşkence û zindan ezê di referandumê de bejim erê.“

Back to top button