Pêyama 8-ê adarê
Mafê mirovî ya jînên kurd!
Şermîn Bozarslan/Seroka FKKS
Kurd bo azadî, bo xilasiya welat têkoşîn dane û didin, doza welat wek doza namûsê dibînin. Lê di dema di welatekî de, di civatekî de jin û keç bêne kuştin , jin bindest bin, divê dawîanîna ev tedayî jî bo kurd bibe dawa namûse . Carna tê gotin ku pirsên mastir û girîngtir hene. Wexta gelê kurd bindest be, nerizgar be, ne hewce ye meriv behsa maf û azadiya jinan bike.
Belê hewce ye, ev pirs, pirsekî pir girîng e. Tu civat ji ber xwe ve, demokrat û azad nabe. Ji bo civatekî azad, demokrat û yeksan bo jin û mêran divê her dem kar bê kirin. Ev ji bo Swêd jî weha ye, ji bo welatê me û ji bo civata kurd li Ewrûpayê jî weha ye.
Swêd di warê yeksanîyê de, mafê jinan de gelek pêşketi ye, lê li Swêdê her tim pirsa yeksanî di her qada civatê de pir tê minaqeşekirin. Lê di nav civatên me de jî ev yek pir kêm têne minaqeşekirin, weka ku pirsekî weha tune ye. Em dizanin ku nasnameya netewî ya tûnd û tûjî tune ye. Li her derê dinyayê jin marûzê şidetê bûne û dibin. Di civatên cuda de, ev şidet girêdayî faktorên cuda, şeklên cuda girtine. Hin bi malbatî, eşîrî jin mahkûmî kuştinê dikin, hin jî wek şexs. Sedema kuştin û teda jî cuda ne. Hin ji ber sedema mariyan/hesûdî , hin jî bi hiceta namûsê jinê lêdidin an jî dikûjin.
Divê em qebûl bikin ku li ber xelkê jî li ber me jî pirsgirêka yeksanîyê heye. Li ber me dikare di hin waran de zêdetir be. Divê em vê pirsê girîng bibînîn û minaqeşe bikin, ne ji bo derê dî, ji bo xwe minaqeşe bikin. Em dizanin ku, şer, bindestî, nasnameya qedexekirî, xizanî, nezanî, paşta hiştina deverên kurd, tehdîta nemanê , şiroveyên dînî û her wekî dî li ser civatê û şexsan tesîr kirine.
Di hemû kulturan de tiştên baş û xirab hene û têt zanîn ku, kultur di şûna xwe de nasekine, pêşva diçe û tê guhertin. Di navbera însan û deveran de jî carna fark pir in. Meriv dikare bi xebatê, bi karên perwerdeyî, civatê ji tiştên nebaş xilas bike. Sedem çi bibe bila bibe lêdan û kuştina jinan, bindest hiştina jinan suçekî mezin e, li hemberî mafên mirovahîyê û divê neyê qebûlkirin.
Di dîroka kurdan de gelek nimûneyên baş ku ji jinan re rolên mezin, rûmetê mezin hatiye dayîn hene. Kurdên ku bi sed salan e ji bo azadî û ji bo mafên mirovî û neteweyî têdikoşin divê ji her kesî zêdetir bo mafên jinan, bo yeksanî têbikoşin. Ne bi tenê, li welat, li Ewrûpayê jî pirsgirêk gelek in. Di pêvajoya koçberî û entegrasyonê de bo malbatan pirsên weha derdikevin holê ku mumkûn e van malbatan li welat bûbûna van pirsan nejîyana. Li dervayî welat di şertên koçberîyê de carna kulturên taybet çêdibin.
Her carê ku yek jin tê kuştin, însaniyet tê kuştin, demokratîyet tê kuştin, darbeyekî mezin li jinê û civatê tê xistin. Li Kurdistanê çend salên dawî bo dawîanîna kuştina jinan hikûmet gavên baş û bi cûret avêtin, tedbîrên berbiçav girtin. Van karan divê niha jî bêne berdewam kirin û fireh kirin.
Hendî reformekirina destûra kevîn ya bingehîn ne bes e! Wek nimûne xala pirzewacî divê ji bînî ve bê rakirin. Di van waran de divê dîn û siyaset bêne cewaz kirin. Mafên mirovî ya koma netewan divê ji bo qanûn û jiyanê bibe bîngeh, ne tiştekî dî. Mafê mirovî ya koma netewan ne mala tu welatekî ye, malê însanetîyê ye, ya me hemûyan e.
Ne bi tenê yek rêxistin, ne bi tenê hikûmet dikarin ji bin vî barî rabin. Ji bo yeksanî, demokratîyet û mafê mirovan divê hemû rêxistinên sivîl û siyasî rojane û bi berdewamî xebat bikin, vê pirsê girîng bibînin. Hejmara jinan di organên desthilat de, di komeleyan de, di dezgehan de û rêxistinên siyasî de divê pirtir be. Jinên çalak pir in. Şekla xebatê an jî strukturên heyî divê dest bide ji bo ku van jinan bikaribin di rêxistin, partî, dezgeh û desthilatê de ciyê xwe bigrin.
Di dawîyê de ez dixwazim bibêjim ku kurd di qada bilind de, di warê xebata demokratîyet û yeksaniyê de, li heremê li pêş in. Lê ne bes e. Pirsgirêk gelek in. Bo civata yeksan û demokrat riyekî dirêj li ber me ye. Di vê rê de divê jin û mêr bi hevre bo jiyanekî azad, domokratîk û yeksan bimeşin. Jin û mêrên demokrat bibin nimûneyên baş bo civata xwe.
2010.03.08