Kultur

Cejna stêrkên şevê pîroz be !.

              

BOÇÛNÊN JÎNDEWAR JI CIVAKA JÎNDEWAR BO JINA JÎNDEWAR ! .

 

Boçûnên Jîndewar

Bawerim ji roja mirov li vê cîhanê hatiye afirandin, ta şoreşa Fransî ya sala 1789 an ,pir Qonaxên sitimkarî bi keder li ser mirovan, nexasim li ser jinan di dîrokê de derbas bûne .Ez wan Qonaxan bi qonaxên tarîstanê bi nav dikim ,ne weke ku dîroknasan qonaxa tarîstanê, tenha bo sedsaliyên ortê ji dîroka mirovahiyê bi sînor dikin.

  Rûniştina wê simtikariyê, ya bê rawestan li ser jinan,bila kesên oldar min biburîn in, destpêdike ji kêlika Yezdan li gor deqên pirtûkên pîroz, Adem û Êva(Hewa) ji bihûştê daxist xwarê. Wan daxist qadê ji berku Êva peyva wî şikenand û ji daresêva ku li wan qedexkirî bû, sêvek xwar.Bi wateya sûncê gunehkariyê ji Êva  destpêdike , û ev  xeleka bingehîn ku di hişiyara mirovan de ma weke ku jin çavkaniya gunehan be. Pir sal derbasbûn ta ku hin civakên mirovan ev nêrîn li ba wan hate guhertin ,bi taybetî  ji Rojava destpêkir.

Trajîdiya jinê ji wira tê ,çimkî wêneyeke ne erênî  biçî bû, û di mejiyên mirovan de rûnişt,ta wê sewyê ku di hemû olan de yezdan nêr e, û ne mê ye , tevlî ku di pêvajoya dîrokê de berî hatina olan, mirovan yezdanê mê ji xwe re afirandibûn. Weke Demetra ,Atîna,Afrodîta li Grîkistanê û Li şaristaniya Someran Aştar,Înanna û li Misrê Îsîda û Tefnût .Ji mafê me ye pirsbikin Gelo çima yezdan nêr e di hemû zimanan de ?,çima ?!bo kaka,boooo?!! .Pir zore bersivek ronî  bo vê pirsê,ji me re bê ta ji kesên older  zorî dikşîn in di bersiv danê de .Bersiv  hêsane ,wê deme berjewndiyên hinkan welê dixewst bo desthildariyê.

Bê mafkirina jinê  ji berjiwendiyên mêr e,ew naxwaze destihlatdariya xwe winda bike an jî parve bike. Ezîtîk hew jê qebhetir,û ji bo wê desthilatê dikare here her heft taqên ezman, hemû ceng û şer û wêrankirin  di dîrokê de, bi destê mêran hatinê pêkanînin bi armanca bi destxistina desthilatê.

 Pêdivî heye her kesekî kurd  li ser van herdu pirsan ,kî berîya yê dîtir hebû,mirov an jî, Yezdan? û kî yê dîtir afirand ? bi kûrahî pêve mijûl bibe.Ji ber ev pirs ronî û çareser nebe tu pêşketnek ber çav ew ê diyar nebe. Û ger bersivek rast bê  û bibe bingeha azadikirina ramanbûna mirovê kurd ,bê guman pirsa azadkirina jinê namîne .Azadikirina raman tenha di civatek dîmokrat de tê bi destxistin û pêkanîna yeksane di  neqeba erk û maf  de .Ne tenê bo jin lê bo hemû endamên civakê ,civaka pêwendiyên çivakî,aborî û ramyarî bi yeksane hembêz dike .

 

Civaka jîndewar

*************

Şoreşa Fransî di sala 1789 de,ku Fransa binguhê hevxistibû , pênasîna wekheviyê bo xaniman re anî û çirûskek hêvî  bo hebek bêhna xwe vekin,da wan .Cara yekemîn bû di dîrokê de,jin di rex mêr de, tekoşîna bo azadî û nan meşand û bi me da  xûyanî kirin ku gava derfet û dem bê ,di rêza pêşîn de ye,û cihekî  di xebatê  de ji xwe re digre.Tevlî ku mejiyê wê kêmtirê ji yê mêr li gor ku zaniyaran dibêjin ,jin 1,300 gr,mêr1,450gr ,ev behana ha  hin dijberên jinê belev dikirin ku nikare tu destkefiyan bidestbixe .Di dema nû de jin diyar kir pêşketina xwe di hemû waran de û wan kesan falso derxist.

 

Yekemîn gav ji reform ,guhrînên yasa û mafedan bo jin  ,ji bilî malê karbike .Weke gavek biçûk hate ditîn,lê asoya azadiyê ji zordariya hezar salan ve,  jin hêviyekê bidestxist .Şoreşa Fransî bû mînak û simvolek bo xebata bi berdewambûna tekoşina rewşenbîran û fîlosofan li welatên Rojava ,ji gelên xwe re pir ked dan.   Sistemên ramyarî  ku navenda wê mirovê azad e, çi jin ,çi mêr, xwedî maf û rûmet avakirin, bi pêşerojeke miswger ku hêz didê mirovan bo pêşketina civakê bi gelemperî.

Li Grîkistana kevn ,rola jin di civakê de li ber çavan berzbû û dihat gotin : ,,di  kîjan gel de, jin têde xulam be ,tu car ew gel ne azad e,, ji ber jina ku xulam be, ew ê zarokên xulam bi afirîne.Ev wêne li me tê ,civakek bindest,mêr bindest ancam jî,li ber çavan diyare.

Jina bindest,bê maf û jêr zordestiya psîxolojî ,xwe weke mirovekî tênegihiştî hest dibe,xwe ha.. ha..gêjo mêjo dibîne. Nikare mirovên saxlem ji rexê psîxolojî ,aram û ji xwe bawer berwerde bike.Ligel viya jî û bi taybetî di civaka me de, mirovekî dagirtî bi ramanên  azadiya xwe û azadiya xaka xwe, jin zarokeke wisa ji civakê re nikare pêşş bike.Nexwe civaka jîndewar, bê guman mirovê jîdewar  diafirîne.

Pîrozbûn  bûhaya wê tenha gerek mirov be,pîvanên qencî û nepakî  li ser herduwan gerek yek e  di civaka ku ronakbîr û hêzên pêşketî û dîmokrat karin wê avabikin .Ev civakeke serbestî ji hemû endamên xwe re misewgir dike,kesayetiyeke ji xwe bawer ,bi hêz û vîn li pêşeroja xwe dinêre.Jinooo!!!Hûn Dixwazin civakek welê bête avakirin ? hûn dixwazin ji vê bindestiyê azad bin ,dest bindin hev hemî bo çareserî.Wê çaxê hûn dikarin civaka jîndewar di rex mêr ê Kurd  avabikin .

 

 

Bo jina jîndewar

**************

Ez alîgir ê ku mirovan neyeksan(cuda) bin û bi nêrîna min ev tiştekî xwezahî ye  ,neyeksanî bi wateya her kes weke xwe be û ne sîka yê dîtir be. Pêwîste jina kurd  ji bira ,mêr xwe an jî, ji bavê xwe re diyar bike û bi bêje:

,,Ji min ne xwaze…

Kû levên xwe bikim mirêk(eynik) bo te ,,.

 

Bi wateya bihêle ez ezbim, lê ta tu bighî vê rewşê  ji serbestiya xwe,xanima rêzdara û hêja pêdivî heye tu  têbighîşî ku hêza azadiya te  desthilat e.Desthilat bo te zanyarî ye û gerek wê bi kar bînî,çimkî  di rêza yekem de, pêwîste bala te bê kişandin li ser pêyan tu rawestî li tenîşta mêr ê Kurd. Hem di tekoşîna jiyana rojane de û hem jî, di warê  xebata neteweyî de.Ya duwem pêdiviya te bi xûdmixtariya(bi serxwebî ) aborî  heye  bo  serberziya xwe û bo asteyek pak an jî, normal  bo zarokên xwe peyde û misewger bikî .Paşê ! kar giringe ne tenê bo serxwebûna aborî  lê bo kesayetiya te xurt û xwedî ezmûnekî jiyana rojana bikî.

Ka em li hevbikin ku psîxolojiya jinê,ezîtîya wê (ne bi wateya ezperestî) a mê û xwezaya wê  ji ya mêr cudaye û pêwîste em ji van pesnên wê rêz bigrin.Jina Kurd ji roja rojbûna xwe ve, xwe dibîne di civaka kurdî de ,ne tenê li mirovê Kurd vediger ew ê bibe çi kes? Kesekî serberz an jî ser nizim,li paş mêr bimeşe an jî,li kêleka wî. Lê bi piranî vedigere li hawirdorê jî ku mora xwe bi renegekî diyar li kesayetiya wê  dixe.Hinga boçûnên zindî ji civaka jîndewar ,jin bi jiyan û jîndewarî dike.berovajî em ê weke tê gotin komê Alo li Çelo bikin û yê Çelo li Alo bikin di xêzgiroverekê  de em ê herin û werin li cihê xwe rastbên.

 

Rojnamevan:Bêkes Têlo

5/02/2010

 

Peyvên kesayetiyên gewre bo jin .

*jin gul e,bi bêhn û striyên xwe mêr bi aliyê xwe ve dikşîne(Arêstotêlîs)

*Her tişt li ba jinan dil e,ta bi serî jî (Can Pol Sartir)

*Jin di nêrîna min de rengên tevlihev e (Picasso)

*Şev bi stêrkan û jinan dibriqîne( Bayron)

* Şêr şêr e,çi jin çi mêr e (Cegerxwîn)

 

 

Back to top button