Nûjenî
Di heftiya dawiyê ya meha adarê de, û di pey weşandina hejmara 6an ya kovara Wêran de, ku kovareke nûjenxwaz e, û ji aliyê dezgeha Arasê ve tê weşandin, aloziyek tund di navbera rewşenbîrên kurd û mela û partiyên Îslamî, di xutbên mizgeftan û medyayên Kurdistanê de kete rojevê.
Destpêka vê aloziyê wiha destpê kir ku her piştî derçûna wê kovarê, ji ber belavbûna helbesteke Zana Xelîl ku tê de navê çend pêxemberan wekî hîma anîbû, di gel kurteçîroka wergerandî ya Îrosî di kovara Wêran de, hejmarek melayên bajarê Hewlêrê di xutba roja înê de, êrîşên tund birin ser dezgeha Aras û kovarê û ew protêsto kirin.
Di vê bûyerê de xweş diyar dibe ko di civata kurdî de, wekû her civatekê, du hêz hene ko li himber hev in..Yek ji wan dixwaze civatê ber bi pêş ve bibe, û yê dî dixwaze civatê weke xwe bihêle yan heta dixwaze ber bi paş ve bibe..Ber bi pêş ve yanî nûjenkirina (modêrnkirina) civatê..Ev nûjenî gerekbûneke dîrokî ye weke ko Elefîf Elexder (Ronakbîr, zana û nûjenxwezê tûnisî) dibêje, û tu netewe nikare xwe ji vê nûjeniyê dûr bixe yan na dive ko xerîza mirinê zora xerîza jiyanê bibe, û ev netewe xwe bi xwekuştinê mehkûm bike, ev jî ne mumkin e..Bi wate ko civata kurd jî bê goman wê nûjen bibe, yan jî biryara mirina xwe bide.!
Nûjenî bi xwe xwestekeke gelemperî ye, û dihingive hemî aliyên jiyanê, û komek ji guhertinan e, di warên aborî, siyasî, civakî û kultûrî de..Têgihişta nûjeniyê jî ji nûkirinê tê û her karekî berû nûkirinê ve, çi di warê wêje, raman, siyaset yan her çi war be, dikeve ciwa nûjeniyê de.. Efîf Elexder dibêje nûjenî qutbirîn e..Qutbirîna lihevkirina civakî (el eqid el ictimaîî) bi mafê xudanî (îlahî) re, û hiş bi veguhestinê re, û dêmokrasiyê bi çewisandinê re, û şoreşa frensî bi derebegiyê re, û zanebûn bi nezaniyê re, û felsefa ronahiyê (elanwar) bi baweriyên tarî re, û….û….Bi kurtî nûjenî helwesteke li himber mirov, û jîrbîriyekî (mentiq) nû ye ji bo dîtina cîhanê ..
Di baweriya min de, kilîta nûjeniyê jî sêkolarîzm e (ilmaniyet bi erebî, û layiklik bi tirkî)..Gava ko ol hewil bide bibe rêferens ji jiyana siyasî, wêjeyî, aborî û civakî re, hingî dibe asteng li pêsiya azadiya raman ya ko pir pêwîst e ji nûjeniyê re..Loma sêkolarîzm pir girîng e da ko bandore olan li ser dewletê û destûra wê rake, û her kes di baweriya xwe ya olî de azad be, û her weha di baweriyên xweyî gistî de jî azad be..Sêkolarîzim ne li dijî olan e wekû ko piraniya oldaran dibêjin, berûvajî vê yekê sêkolarîzim rêzgirtina olan e parastina wan e..
Dîsa li gor Elefîf Elexder sê bingihên sereke yên sêkolarîzmê hene:
-Bêhêlbûna dewletê li himber olan.
-Bêhêlbûna dibistanê li himber olan.
-Rêzgirtina azadiya baweriyê.
Herweha sêkolarîzm yek ji bingihên dêmokrasiyê ye jî, û bêy wê, dêmokrasî seqet e..
Li Kurdistanê ezmûneke avakirina dezgehên dewletê û strûktûra vê dewletê bi rê ve diçe..Di vî warî de hêzên statûkoperest (di nav wan de hêzên older) wê hewil bidin ko bandora xwe winda nekin, û eger dewlet di vî warî ne bê hêl be, û hinekî ji wan re xweş bike û nîv sêkolarîst be, û weke nimûne di destûrê de rola olan diyar be û rêferens bin ji destûrê re, hingî tehlûkeyeke mezin li pêşiya Kurdistanê ye…
Dewlet dive neutral be (bê hêl), û nabe tu ol bibe yek ji jêderên qanûn û destûrê, weke ko di destûra Kurdistanê bendê 7an de hatî ko ola islamê yek ji jêderên çêkirina qanûnan e..li vê gorê metirsî ew e ko Kurdistan bibe kurdistana musilmanên Sunî, û mirovên ji ol û mezhebên din bibine hemwelatiyên asta diwem û herweha azadiya raman jî dikeve metirsiyê de..
Divê ko destûr û qanûn nebine pişt ji hin aliyan re ko xwe pê xurt bibînin.. Ya ko tê xwestin ew e ko dewleta qanûnê bê avakirin û hemwelatî li ber qanûnê xwedî eynî erk û maf bin, yan na em berû ezmûna welatên paşvemayî ve diçin, yên ko aqûbeta wan li ber çavên me ye. ..Dibistan di vê prosêsê de pir girîng in, û divê bê hêl bin, da ko em nifşên bê li ser hezkirin, wekhevî û dêmokrasiyê perwerde bikin..Kîn û nefret û tundiya ko di pirtûkên olî de û di dîroka îdyolciyan yan olan de hene, dive qet nekevine dibistanan û zarok bi vî awayî perwerde nebin..
Wê nakokî di navbera statûkoperestan û nûjenxwazan dom bike..Ev xweza ye, lê hêviya me ew e ko bi awayekî aşîtiyane û bi rêzgirtin bi rê ve here, û di bin siya dewleteke demokrat û sêkolarîst ko her mirovek li Kurdistanê xwedî eynî maf be, da ko em hemi kurdistanî çi xiristiyan, êzîdî yan musilman, sêkolarîst yan oldar, çep yan rast welatekî pêşketî û modern ava bikin ko hêjayî jiyanê be..
Kamîran Haco
9/8/2010