Ataturk behsa xweseriyê ji bo kurda kiriye
Di belgenameyekî de dixweyê ku, ji berî niha 87 sala di civînekî de, Ataturk gotiyeku, ew bajarên kurd di tê de piranîne divê mafê wan yê xweseriyê bête dayîn.
Sala 16.01. 1923-ê di civînekî kul i bajarê Izmitê çêdibê de, gelek parlementerên kurd , tirk rojnemevan amade bûne. Ataturk axavtinekî di vê civînê de dike û di axavtina xwe de dibêje ku, ew bajarên kurd di têde gelektirin divê bibe herêmen xweser.
Ataturk di gotara xwe de dibêje: “ Weletê me bi xebat û westandina herdu gelan (kurd û tirk) hatiye avakirin. Divê mafê kurdan bête dayîn û evyek di destîrê de bête çespandin.“
Ev yeke di destinivîseka Etaturikî de diyar bûye ku di ajansa ANF de hatiye belavkirin diyar bûye ku sê kopyên vê destinivîsê li arşîfên serokatiya komarê û serok fermandariyê û Dezgeha dîrokî ya Tirkiye hatine parastin.