Civak

Erdoagan: We li Dêrsimê mirov qir kirin

Recep Tayyîb Erdogan: “Kemal beg , yên Dêrsim qirkirî, camiyan tewle kirî, ma ne hûn bûn?”

Serokwezîrê Tirkiyê û serokê partiya AKPê Recep Tayyîb Erdogan di civîna bajarên rojavayê Tirkiyê de li dij partiya CHP û serokê wê yê qaşo Kurd-Elewî  Kemal Kiliçdaroglu gotinên balkêş bi ziman kirin. Erdogan di bajarê Kutahyayê de wisa axifî:  „Ez ji seropê CHPê pirsiyar dikim: Yên bajarê Dêrsim qirkirî, ji serî heta dawî wêrankirî, ew sûcê mirovayetiyê pêkbirî ma ne hûn bûn Kemal beg? De bêjine me, ma wê çaxê kî hebû di desthilatdariya Tirkiyê de, kî bû serokê partiya we, erê Kemal beg? De bêje min, hûn diçin çarşeva jinên xwedî îman xwedî derdikevin û qaşo hûn dê xwedî li baweriya xelkê musilman derdikevin, baş e, ma di dema xwe de ew kê bûn ku camiyan wek tewle bikar anîn? Ma ew îxtîdar ne hûn bûn?”

Serokwezîrê Tirkiyê piştî van axiftinan  li ser „vekirina Demokratîk” û destûrê axiftina xwe berdewam kir û got; „Yên Adnan Menderes  bidarve kirin jî ev bûn, zîhnîyeta van paşverû ye, nijatperest in, heta rasîst in û ti caran anxwezin kalîteya demokrasiya Tirkiyê bilind bibe, jiber ku gava demokrasî bilind bû sûcdariya van nijatperestan (CHP-MHP) derdikeve holê û nirxan wan ya li ber çavê gelê me biçûk dibe. Jiber vê yekê ew min bi „Dîwana Bilidn ya Dadgehê” tehdît dikin, dixwezin dawiya min jî wek Menderes bikin. Lê deivê ew bizanibin ku gava me dest bi vê tekoşîna mirovayetiyê kir, me kirasê xwe yê spî li xwe kiribû, em amadeyî her felaketê ne jî… Jiber ku em serkeftin jî û di rêya serkeftinê de kuştin jî wek texdîr qebûl dikin û jiber vê yekê em ji qet tiştekî natirsin. Divê hûn vê yekê bizanibin, Kemal beggg!”

Gelek balkêş bû kuserokwezîrê Tirkiyê  serê carê behsa Kemal beg û sûcdarên komkûjiya Dêrsimê û her wiha bikaranîna camiyan wek tewle  dikir û bi v^yekê re hêrişên xwe dûbare dihavêtin ser kemalîstan… Jiber ku navê Mustefa Kemal ku yê esil sûcdarê wan kiryaran û celadê Dêrsimê û kirdarê tewlekirina camiyan e û navê Kemal Kiliçdaroglu pêk ve îma dikir…

Tiştekî diyar e, ku serokwezîrê Tirkiyê jibo serkeftina xwe û erêkirina madeyên nû yên destûirê bi her şêweyî lê bi takdîkeke baqil hêrsih dibe ser kemalîstan û nijatperestên Tirkan  û mixabin partiya Kurd  „Partiya Aşîtî û Demokrasî-BDP” jî di vê hêrişê de l igel herdu partiyên nijatperest û kemalîst CHP-MHP li dij AKPê şerekî mezin dide û li dij erêkirina madeyên destûrê taktîka  „boykotê” bikar dihîne.  Lê baş dihête zanîn ku ev boykot seranser xizmeta herdu partiyên dijminê Kurd MHP û CHPê dike. Wekî ku dihête zanîn ber çend roja Dr. Îsmaîl Bêşîkçî jî di vê derbarê de daxûyaniyek dabû û wisa gotibû: „Di vê şert û mercan de boykotkirina guhertina destûrê ne di berjewendiya Kurdan de ye, bilekîs xizmeta kemalîstan û statûkoparêzan dike…”

 

Rojevakurd:KNN/Eliyê Zozan

Back to top button