Di CHP-ê de şerê kaseta dest pê kir

Di nav CHP-ê de şerê kaseta destpêkir. Her roj kasetek li ser jiyana taybet ya parlementerek CHP-ê derdikevê holê. Piştî operasyona li dijê serokê berê yê CHP-ê Deniz Baykal hatî kirin û ew di encama eşkerekirina kasetekî mecbûr ma istifa kir, ev cureyê şer berdewam e. Niha jî kasetek di derbarê parlementerê CHP-ê yê Trabzonê û serokê gruba partiyê di parlamentoyê de Akif Hamzaçelebi derketiye holê. Piştî kaset eşkere bûyî Hazaçelebî naxweyê û vê derbarê de bê denge.

chp_li_vekilin_yasak_aski_248648135.jpg

Herweha piştî vê rojekî hinek weneyên parlementerek din yê CHP-ê li gel jinekî re hatin belav kirin. Parlementerê Stanbulê yê CHP-ê Çetin Sosyal li gel keçekî li Budrumê li ber deryayê tehtîlê dike. Ev herdu parlementer jî zevicîne û xwedî zarokin. Taybetî Akif Hamzaçelebi gelekî nêzikî serokê partiyê Kemal Kilicdarogluye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: