Nivîsar

Min tu sernivîs ji vê nivîsê re nedît

Parlementerê BTP-ê yê Stanbulê Sureya Onder di bernameyek ya kanala televizyona Haberturk de beşdarî kir û di derbarê rojeve siyasî û helwesta parlementera Diyarbekirê Leyla Zana de bersiva pirsên rojnemevan Belkis Kilickaya da.

Sureya Onder helwesta Leyla Zana gelek bi tundî rexne kir û bi uslubê xwe yê qeşmerî behsa rewşa kurda kir. Bê goman Sureya û Leyla bi yek partiyekî de hatine hilbijartin. Ew zihniyeta Leyla û Sureya anîn li ser xeteke siyasî dixweyê di hesabîn xwe yên siyasî de karek ne di berjewendiya tevgera kurd de kiriye.

Sureya Onder dema behsa pirsa kurd kir û behsa mafê kurdan kirî gelek ji etika siyasî û ehlakê nezaketê dûr ket û serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û siyaseta ku rêve dibe bi awayek qeşmerî di çerçova siyasetek tenk de qaşo rexne kir.

Niha li vê derê du pirs derdikevin pêş. Rexna Sureya li dijê helwesta ku vê dawiyê Zana dayî nişandan, karê BDP-ê ye û uslubê Onder bi awayekî iflasa siyaset û hevkariya di hilbijartinan de çepên netewîyên Tirk re hatî kirine. Herweha rexne kirina tifak a li gel çepên Tirkên kemalist hatî kirin jî babetek din yê pirsê ye.

Duyem gotinên Sureya Onder yên di derbarê serokê Kurdistanê Mesud Barzani de ye. Gelek gotinên xirab hene ku mirov bêedebiya Sureya Onder di derbarê serokê Kurdistanê de kirî bêje. Lê edeba siyasî dest nadê vê yekê.

Insanek di jiyana xwe hemiyê de rojekî kurdeyatî nekiribê, êş û elama kurdan tê negihabê, behsa keseyatek ku îro kurd hemî ji xwere wek serokêkî dibînin bike ne tiştek xweş e û ez bawerim dilê kurdên welatparêz êşandiye. Sureya Onder dema behsa serokê Kurdistanê kirî di bingehê xwe de henekê xwe li xewn û heviyên gelên Kurdistanê kirin.

Zihniyeta Sureya Onder û yên wek wî zihniyeta ku hîmên cumhuriyetê li ser hatin avakirine, Kemalîstin. Kemalizim ziyniyeta komkujiyên Tevgera Şêx seid e, ziyniyeta imha kirina gelê Kurd li Dersimê, li Zîlan li Agirî yê ye. Zarokên wê zihniyetê îro bi dengê kurdan di partiyek ku îdiaya çareseriya pirsa kurd dike de bê hilbijartin û bigihê wê radeyê dev bavêje nirxên kurd û kurdayetiyê ev trajediya tevgera kurd li Bakurê Kurdistanê ye.

Di bingehê xwe de Sureya Onder ne kesayeteke mirov behsê bike, lê dema bi rêya wî ziman dirêjî bête kirin divê kurd bi li himber kiryara wî helwestekî deynin.

Di vî warî de hinek parlementerên BDP-ê taybetî ewên ku ji aliyê xelkê ve baş tên zanîn , divê li himber van gotinên Sureya Onder bê deng neminin. Dema Leyla Zana daxûyanî da di serî de Ahmet Turk û Selahattin Demirtaş Zana rexne kirin û gotin “ Gotinên Leyla me girê nade“ Gelo ew di derbarê helwesta Sureya Onder de çi dibêjin? Gotinên Sureya Onder wan girê dede yan na?

Bi navê kurda kesayetek bê biha wek Sureya Onder şerê siyaseta serokê Kurdistanê bi uslubek qeşmerî bike û partiya ku di têde ye nikaribe devî wî bigre, ev iflasa siyaseta BDP-ê bi xwe ye jî.

Sureya Onder di parlementoyê de jî gelek caran wek shovmenkî kiset dike û parlementer bi gotinên wî dikenin. Di axavtinek ya xwe de, di parlementoyê de gazind ji dewletê kirin û got: Çima hukumet li dijê van kurdên ku serxwebûne û federalizmê ji bo Kurdistanê dixwazin deng nake, lê kurdên ku di nav sistemê de dixwazin bimînin û sistemê biguherin dibin armanca êrîşên hukumetê û têne girtin.

Wek ku kurd dibêjin: Kerembikin “ Vî k.. di vî borî re derbas bikin“

5.07.2012
Dara Bilek

Back to top button