Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li Duhokê behsa tiştên giring kir

 

Roja çarşemiyê 04.07.2012ê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pirojeyê ava Xirab-Dêm ku, yek ji pirojeyên stratejîk yên deverê ye, li wîleyeta Duhokê vekir 
Di merasima vekirin pirojeyê ava Xirab-Dêm. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyevek pêşkeş kir û ev li jêr teksta wê peyvê ye:

Roj baş

Îro rojeke ku, ji bo me hemûyan cîyê dilxweşîyê ye, bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê, kak Îmad û ez, em bixwe hatin ji bona pirojeyekî stratejîk û gelek giring li devra Duhokê vekin.

Di kabîneya pêncem a hikûmeta herêma Kurdistanê de, her wekî hatiye behis kirin, biryara çêkirina vî pirojeyî hatibû dan. Li vira, li hember wan karên cidî yên ku ji bona çêkirina vî pirojeyî hatine kirin, pêdviye destxweşiyê li wezareta şaredariyê a wê demê ku, Nazenîn xan (wezîra şaredariyê a berê) jî niha digel me de ye, bikim.

Min divê rastiyekê bêjim; min divê bi taybetî sipasiya wê kompaniyê ya ku ev karê wisa mezin li Duhokê cîbicîkirî, bikim. Sipasiya yekem ji bo wê yekê ye ku, dema biryar li ser çêkirina vî pirojeyî hatiye dan, hêşta tu girêbest me digel kompaniyê îmza nekiribûn. Wan baweriya xwe da me, wan baweriya xwe da axavtina hikûmeta herêma Kurdistanê û wan ev pirojeyê stratejîk û giring bo Duhokê dest pê kir.

Min divê sipasiyeke taybet li kompaniya Opîtan bikim ku, ji bilî vî pirojeyî, wan gelek pirojeyên din jî li Kurdistanê çêkirine. Her weke wan behis kirî, destpêka pirojeyên wan pirojeyekî giring bû li bajarê Zaxoyê, wan bi awayekî zanistî û modern pirojeyê stratejîk û girign yê ava Zaxoyê çê kir û pirsgirêkeke mezin li bajarê Zaxoyê hat çareser kirin. Ez sipasiyeke taybet li wan dikim.

Sipasiya waliyê Duhokê kak Temer Remezan û ew stavê bi wî re kar dikin dikim. Ez naxwaz im navan bêjim, lê min divê sipasiya yek bi yek wan mihendis û kadiroyan bikim yên ku, ji bona serkeftina vî pirojeyî bi şev û roj, bi rastî û xemxorî karkirine.

Bizavên şev û rojan yên wan mihendis, kadiro, wezareta şaredariyê li serdema kabîneya şeşem û wezareta şaredariyê a kabîneya heftem, mihendisên parêzgeha Duhokê, yên li dîwana wezaretê li ser vî piorjeyê stratejîk kar dikir û cîbicîkir, ev karê wan li dev hikûmeta herêma Kurdistanê cîyê rêz û teqdîrê ye.

Pirsa avê ji karên pêşîneyên me bûye, li destpêkirina karê me li kabîneyên berî nuha, li kabîneya pêncem û kabîneya şeşm a hikûmeta herêma Kurdistanê, meseleya avê wek ewelyateke sereke ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin.

Bê guman, eger em bi wîjdan berê xwe bidin wan pêşkeftinên li Kurdistanê çêbûyîn, ew pêşkeftin her di destpêka sala 2005ê û vir de hatîne dirust kirin û heta nuha, di hemû waran de, pêkeftinên gelek ber bi çav hatîne kirin. Lê, bê guman, kêmatî û girft jî mane, lê divê em bi awayekê realîst lê binêrin.

Li welatekî wêran, piştî çend salên şer, bedbextî, derdeserî û nexweşî, tu nikarî di çend salan de hemû giriftan çareser bikî. Karên me û pirojeyên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi awayekî rast û dirust, piştî salên 2004 û 2005ê destpêkirine. Ez bawer dikim piştî sala 2005ê bi dirustî detpêkirine. Ji sala 2005ê heta nuha, eger em ber ê xwe bidin hemû warên jiyanê, ev pêşkeftin bi awayekî gelek lezgînî hatin holê. Bi wê budceya ku, li ber destê me ya ku nikarî di demeke kin de ev hemû wêrankariyên çend salên welatê me, bi hêsanî hemûyan di demeke kin de çareser bike.

Lê ew tiştê em pê serbilind in, çi li kabîneyên pêşiya me û yan li kabîneya me ya nuha, kabîneya heftem, ewe ku, Em di wê baweriyê dene ku, em li ser rêyeke rast û dirust zxizmeta gelê xwe dikîn û heta xewina wan kesên ku bi xizmet û westiyana xwe azadiya îro bidestanîye û heta bikarîn xewnên wan bikîn rastî, dê li ser vê rêyê berdewam bîn.

Ev pêşkeftonên Kurdistanê cîyê dilxweşiya me ne, pirojeyên me yên din li deverên din yên Kurdistanê dê berdewam bin. Karên me yên yekemîn ku jiyan li ser e, pirsa elektirîkê û avê bi dereceya sereke, herwesa xizmetên saxlemiyê û perwerdeyê ne. Ev hemû ew eweliyatên yên ku hikûmeta herêma Kurdistanê ji xwe re destnîşan kirine. Bi taybetî kabîneya heftem a hikûmeya herêma kurdistanê ku, em weke yek tîm bi hev re dê ji bo serxistina van xewinan xizmet kin.

Li vira ez careke din sipasiya kompniya ev piroje çêkirî dikim û ez hêvî dikim ku ev karên başên wan li Kurdistanê berdewam bin.

 

Back to top button