FlaşPolîtîk

Asta hişyariyê ya artêşa Iraqê gihîştiye asta herî bilind.

Hikûmeta Iraqê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê yên li vî welatî asta hişyariyê di hêzên çekdar de bilind kiriye . Hat ragihandin ku bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî asta amadekariyê li hemû baregeh û yekîneyên leşkerî hat zêdekirin û ji bo xurtkirina sîstemên berevaniya hewayî xebatên berfireh hatin kirin.

Berdevkê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ragihand ku Serokwezîr Zeydî talîmata lezgîn û teqez daye hemû yekîneyên leşkerî yên li seranserê welêt û hêzên ewlehiyê li hember gefên muhtemel di amadebaşiyê de ne.

Nûman diyar kir ku pêşxistina kapasîteya berevaniya esmanî ya Iraqê di nav armancên sereke de ye û destnîşan kir ku xebatên ji bo peydakirina pergalên radarê yên pêşkeftî û torên hişyarkirina zû hatine lezkirin.

Ev biryar piştî êrîşên li dijî Heşda Şeibî hat
Hat ragihandin ku biryara rêveberiya Bexdayê piştî êrîşên esmanî yên balafirên şer ên Amerîka û Erebistana Siûdî yên roja Çarşemê li hin baregehên Heşda Şeibî hatin kirin.

Hate diyarkirin ku di êrîşan de 20 endamên çekdar jiyana xwe ji dest dane, rêveberiya Erebistana Siûdî jî ragihand ku operasyon li dijî êrîşên balafirên bêmirov ên li Iraqê yên li dijî tesîsên petrolê yên li Erebîstana Siûdî ji aliyê komên çekdar ve hatine kirin.

‘Divê çek tenê di destê dewletê de bin’
Sabah Numan diyar kir ku Serokwezîr Elî Zeydî jî ji bo xurtkirina xebatên îstîxbaratê telîmat daye û got ku hikûmetê careke din pabendbûna xwe bi prensîba “Çek tenê di destê dewletê de ye” tekez kir.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku ji bo pêşî li “însiyatîfa kesane ya bêberpirsiyarî” bê girtin, talîmata pêwîst ji saziyên ewlekariyê re hatiye dayîn.

Bexda: Erdên me ji bo êrîşan nayên bikaranîn
Hikûmeta Iraqê helwesta xwe dubare kir ku ew rê nadin xaka welat ji bo êrîşan li dijî welatên cîran bê bikaranîn.

Li ser geşedanên dawî, rêveberiya Bexdayê diyar kir ku armanca wan ew e ku ewlehiya nav welêt dabîn bike û nehêle aloziya navçeyî derbasî axa Iraqê bibe.

Back to top button