Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Pirojeyên stratejîk dê berdewam bin

Roja çarşemiyê 04.07.2012ê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pirojeyê ava Xirab-Dêm ku, yek ji pirojeyên stratejîk yên deverê ye, li wîleyeta Duhokê vekir.

Di merasim avekirina pirojeyê ava Xirab-Dêm de ku, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê, wezîrê şaredarî û tûrîzmê, waliyê Duhokê û hijamreke berprisên îdariyên deverê amadebûn, serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeşê kir û di peyva xwe de sipasiya kompaniya ew piroje avakirî kir û got ku, dema biryara cîbicîkirina pirojeyê ava Xirab-Dêm hatî dan wê kompaniya ew piroje çêkirî tu kontrakt îmza nekirbûn û wan bawerê bi soza hikûmetê hebû û ev pirojeyê stratejîk cîbicîkir.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê yên ji sala 2005ê û vir de kir û got:

– Di vê demê de karên baş hatine kirin, lê di heman demê de kêmatî jî hene. Hikûmetê dest bi avakirina kurdistana bi dehan salan ji aliyê rijêma diktatoriya Îraqê ve hatiye wêran kir, kir.

– Pirojeyên hikûmetê bi awayekî rast û dirust piştî sala 2004ê û 2005ê det pê kiriye û di vê dema kurt jî de û bi wê budceya kêm a li berdest bû, hikûmetê karên baş û mezin encam dane. Pêşkeftin gelek bi lezgîn bûn û em dê li ser avakirina pirojeyên stratejîk berdewam bin. Bi taybetî ew pirojeyên ji ewlewîyatên karnameya hikûmetê ne yên weke av, elekrtirîk, tendirustî û perwerde.

Barzanî got jî ku, kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona serxistina cîbicîkirina pirojeyên mezin di hemû warande, weke yek tîm kar dike.

Serokwezîrê Kurdistanê di dawiya peyva xwede got ku, ya ku hikûmeta herêma Kurdistanê şanaziyê pê dike eve:

– Em di wê baweriyê dene ku, em li ser rêyeke rast û dirust zxizmeta gelê xwe dikîn û heta xewina wan kesên ku bi xizmet û westiyana xwe azadiya îro bidest anîye û heta bikarîn xewnên wan bikîn rastî, dê li ser vê rêyê berdewam bîn  

Back to top button