Polîtîk

Li Amed û navçeyan 120 kes hatin binçavkirin

Di serî de Amed û li bajarên derdorê, operasyona li hemberî “bertîl” û “bêretiyê” hat lidarxistin. Di encama operasyonê de nêzika 120 kes hatin binçavkirin. Operasyon, li hemberî  Gerînendeyên bajar û navçeyên Çandiniyê hatiye lidarxistin.

Tê îdia kirin ku, di destekgirtina Çandinî de bêrêtî hatiye kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di nav de bajarê Rihayê jî heye, li Amed û hin navçeyan, ji aliyê Gerînendeya Ewlehiyê a Amedê, Şaxa bi Sucên  Malî re Têkojînê, xebat meşandine û di encama xebatan de operasyon lidarxistine. 

Operasyon, danê sibê, li malên xebatkarên saziyên çandinîyê û kesên bi wan re têkildarin pêk hatiye. Nêzika 12o kes bi îdia “bêrêtî kirine” hatine binçavkirin. 

Back to top button