Kultur

Em qedexekirina X,W,Q qebûl nakin

Piştî ku hukumetê dersa hînbûna zimanê kurdî wek dersa bijarte di dibistanan de qebûl kir, amadebûna vê yekê jî tê kirin.

Di vê derbarê de jib o mamustayên zimanê kurdî bêne gihandin Zanîngeha artuklu ya Mêrdînê kar dike. Wek tê zanîn heta niha tîpên alfbeya kurdî li Tirkiye qedexene.  Di vê derbarê de cêgirê rektorê Zanîngeha Artuklu Prof.Dr. Kadri Yildirim daxûyaniyek da û got: Em di zimanê kurdî de ew tîpên qedexene kar tînin.

Wek têzanîn tîpên wek X, W û Q qedexene. Di berdewamiya daxûyaniya xwe de Yildirim got: Eger hewldanek hebê ku van têpan qedexe bikin û nehêlin em kar bînin, ji xwe em vê yekê tu cara qebûl nakin.

Kadrî Yildirim da kifşkirin ku di nava 3 rojan de 300 kesî serî li Zanîngeha me dane jib o mamustahiya beşê zimanê kurdî bixwînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button