Civak

Asta bazirganî 12 milyar dolar e

Wezîrê bazirganî yê Kurdistanê, Sînan Çelebî, diyar kir, asta danûstandina bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gihîştiye 12 milyar dolar û hewl tê dayîn heta 20 milyar dolar bê bilindkirin.

Sînan Çelebî, ji AKnewsê re got, têkiliyên bazirganî navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de di astek bilind de ye û her ku diçe bilindtir dibe.

Çelebî, diyar kir, niha asta danûstandina bazirganî navbera Hewlêr û Enqereyê de gihîştiye 12 milyar dolar û hewl tê dayîn di çend salên din de ev yek bigihîje 20 milyar dolar.

Li bara asta bazirganî navbera Îran û Kurdistanê de jî, Çelebî, got, heta niha asta danûstandina bazirganî navbera Kurdistan û Îranê de gihîştiye 7.5 milyar dolar.

Wezîrê bazirganiyê ragihand, emê hewl bidin vê astê hîn bilind bikin ji ber ku geşekirina pêwendiyên bazirganî navbera Kurdistan û Îran û Tirkiyê de li gorî berjewendiyên hemû aliyekî ye.

Back to top button