Hêza Pêşmerge bergiryê li xaka Kurdistanê dike
Li gora ku ajansa PNA ragdihine, Enwer Hacî Osman ji wezareta pêşmerge li ser pirsa ku; eger hukûmeta Iraqê li dijê Kurdistan Kurdistanê şerekî bike di çewe bê.
Ev yek girêdayê biryara hukumeta Kurdistanê ne.Eger aliyek bixwaze şer bifroşe herêma Kurdistanê, hêza pêşmerge dê hingê bi tundî bergiriyê li xaka Kurdistanê û gelê Kurdistanê bike.
Di vê derbarê de Enwer Hacî Osman got: ´´ Em fermanên siyasî cîbicî dikin û nikarîn hîç biryarekê li ser çêbûn yan çênebûna şer bidin, belê hêza pêşmerge hêza parêzvanê xelkê vî welatî ye û her kesek bixwaze şer li gel me bike em neçarîn bergirîyê bikin.´´
Di derbarê rewşa supayê Iraqê de jî Osman got: ´´ Supayê Iraqê şîyana şer û êrişkirinê nîne û hêzeke rêkxistî û amadekirî nîne bo şer. Supayê Iraqê niha nikare başûr û naverasta Iraqê biparêze dê çawan êriş bike ser herêma Kurdistanê.´´
Enwer Hacî Osman herwisa basa ezmûna serkevtî û şîyanên hêza pêşmerge kir û da xuyakirin:´´ Hêza pêşmerge ezmûneke dirêj û serkevtî heye û ji dehsala 60 a sedsala 20 ve heta niha dagîrkir çend bi hêz bûbe, hêza pêşmerge dîsan bergirîya xwe her kiriye. Bi dilhêsayî ve niha jî her kesek bixwaze êrişî ser welatê me bike em dê bi hemû şîyanên xwe ve bergirîyê bikin û şer bikin.´´
Birîkarê wezareta pêşmerge di derbarê supayê Iraqê û amadebûna hêza pêşmerge de jî got: ´´ Supayê Iraqê beşek jê kurd e, beşek jê şîe ye, beşek jê sunne ye, supayeke bê plan û bê bername ye. Ez wiha nabînim ku bikare êrşê ser Kurdistanê bike, çimku hêza pêşmerge di rewşeke gelek asayî de ye û em dixawzin rahênanê bi hêzên xwe bikin.
Birîkarê wezareta pêşmerge di berdewamîya bêjedana xwe de ragihand, ku ´´her demek ku Kurd rûbirûyê astengî û tengasî û êrişa dujmin bibe, hingê hemû kiç û kurên Kurdistanê pêşmerge ne û parêzvanîyê li xak û niştîmanê xwe dikin.´´
Hakim Şêx Letîf parliyamenterê Iraqî yê ser bi fraksiyona tevgera Gorran doh di navbera bernameyeka radyoya Newa de behsa ihtimala şer di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiribû.