Civak

Rakel Dînk çû serdana Roboskiyê

 

Di 28ê Kanuna 2011 an de, li ser sînorê Iraq û Tirkiyê, ji aliyê balafirên şer ve, 34 gundiyên ku çûbûn qeçaxiyê hatinbûn kuştin. Piştî nêzika 7 mehan,  hevjîna Hrant Dînk, Rakel Dînk, nivîskar û helbestvan Bêjan Matur û Reqsvan û aktîvîst Zeynep Tanbay, bi armanca parvekirina êşên gundiyên Roboskiyê, çûne serdanê. 3 jinên ku li Stenbolê rê ketibûn û çûbûne Roboskiyê, bi gotina dayikekê a ku gotibû, “Madimak, hevjîna te û em, dewlet pêşiyê dikuje, dûra jî ser dinixumîne, Rakel Dînk pêşwazî kirin. 

Di serdana malbatên ku zarokên xwe wenda kirine de, Rakel Dînk anî ziman ku, “dewlet xwe wek bav dihesibîne lê ev bavê kujer e.” Li ser ev gotinên Dînk, Sadik Alma got, “em êdî dewletê wek bav nabînin, em 6 mehên ku edaletê dixwazin lê hîn edalet pêk nehatiye. Heta niha îfada kesekî jî nehatiye girtin. Ev jî bes nake, gundiyên Roboskiyê her roj ji serokwezîr heqareta li ser heqareta dibihîzin. Wek her tim em dibêjin, em pera naxwazin, em edaletê dixwazin.”

Rakel Dînk got, “Mirî veguherandine pera. Em bi salan e, ev bûyerana dijîn. Ji bo ku careke din ev bûyerana neqewimin, pêwiste hikumet îdrak 

bike. Ger îdrak hebûya, ê fedî bikirana. Ger fedî bikirana, ê lêborîn bixwastana û tobe bikirana.”

Hat eşkere kirin ku, di bergeha projeyeke ku dixwazin pêk bînin de, ku di nav de hunermenda navdar Sezen Aksu jî heye, di ke payîzê, li Roboskiyê ji bo 34 kesên ku hatibûn kuştin, dike kevirê bîrdariyê  daçikînin.

 

 

Back to top button