Civak

Pirojeyên stratejîk nîşana serkeftina siyaseta hikûmeyê ne

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duhî roja pêncşemiyê 05.07.2012ê, li bajarê Hewlêrê kavirê bingehîn yê pirojeya berhemanîna elektirîkê dana.

Di merasima danan kevirê bingehîn yê pirojeya (Kombind Sikel) yê berhemanîna karebê de ku, wezîrê elektirîkê yê hikûmeta Kurdistanê, wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê, waliyê Hewlêrê û waliyê Kerkûkê û hijmareke karsazên xweyî û biyanî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir.

Serokê hikûmetê di peyva xwe de behsa vê pirojeyê kir (ew pirojeye, pirojeyekî Reciclean e ku, bi zibil û paşmayîyan kar dike) û got ku, pirojeyekî wisa li Duhokê heye û wî ew piroyeyê Duhokê weke însiyatîveke girigndazanîn û got:

– Li Duhokê ji bona dubare bikaranîna zibil û paşmayîyan fabrîkeyek danaye, ji zibil û paşmayîyan berhemên nû dirust dike. Ev însiyatîveke nû ye li Duhokê kiriye. Daxwaz ji wezareta şaredariyê û wîlayetên herêma Kurdistanê dikim ku, fêdey ji tecrûbeya Duhokê werbigirin.

Barzanî herwesa got ku taybetmendiyeke din a vê pirojeyê ewe ku, ew dosteke gelek baş a jîngehê ye û ew ji bo parastina jîngeha Kurdistanê gelek pêwîst in:

– Ji her tiştî giringtir ewe ku, ev pirojeye dibine hokarê pakijragirtina jîngeha Kurdistanê, ev jî fêdeyek û pêwîstîyeke mezin e. Em çiqas ji bona parastina jîngehê bixebitin, her kême, divê em hemû bi hev re, dest li nav dest, ji bona parastina jîngeha Kurdistanê tekoşîn û xebatê bikin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê got ku, her çiqas di salên borî de ji bona dabînkirina karebê li herêma Kurdistanê pêngavîên baş hatine avêtin û di vî warî de Kurdistanê pêşkeftinên ber bi çav dîtine jî, lê tevî vê jî, hêşta li gor xwestekên hevwelatiyan û saziyên herêma Kurdistanê nîne. Ji ber ku, rêjeya nifosê bi lezgînî zêde dibe û bajar, qeza, nahiye û gund berfirehtir dibin û pêdawîstiyên hevwelatiyan bi karebê ber bi zêdebûnê diçe.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di peyva xwe de tekîd li giringiya rola sektora taybet di pêşxistina welêt de kir û got:
– Me, ji bona binyatdanan sektora industrî, zêdekirina berhemên xwemal û pêşkeşkirinazêdetir derfetên karî li herêma Kurdistanê, pêwîstî bi hevkariya sektora taybet (privat sektor) heye. Kompanî û pirojeyên stratejîk yên sektora taybet dê di warê dabînkirina pêşerojeke biîstîqrar bo herêm û welatê me hebe.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de îşaret bi wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê dikare rêyên nû yên karkirinê li pêşiya xwe deyne û bi awayekî prefesyonaltir û bawerîbixwehebûn kar bike:
– Pêwîste kulturekî baştir yê karkirinê li vî welatî peyda bikîn daku, berhemên me ber bi pêşve biçin û di karên xwe de zêdetir fêdey ji wext werbigirin.

Weke tê zanîn ev pirojeye ji aliyê kompaniya Mass Global û ENKA tirkî ve tê cîbicîkirin. Ev pirojeye dikare kapesîteya wêstgehê ji 1000MW bo 1500 MW zêde bike bêy ku tu mazota zêde bê bikaranîn. Evjî bi rêya bikaranîna paşmayîyên ji mazota bikaranîna wêstegê de bikar tê. Cara yekem e ev sîsteme li kurdistan û Îraqê bikar tê.

Back to top button