Civak

Îbrahim Tatlises bi şort di protokolê de cih girt

 

Navenda Danustandinê a bi navê “Bazara Kêça – Bit Pazari” a sazkarê navdar Dikran Masis, şaxeke xwe a nû li Esenyurta Stenbolê vekir. Di vekirin Navenda Danûstandina mezin de, Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, Şaredarê Esenyurdê Necmi Kadioglu, karsazê naskirî Erdogan Demiroren û stranbêj Îbrahim Tatlises şûna xwe girtin. Stranbêj Muazzez Ersoy jî derkete ser dikê. Di merasîma vekirinê de, di protokolê de Îbrahim Tatlises li cem wezîr û karsazan bi şort cih girt. Ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît. 

Stranbêj Îbrahim Tatlises û karsaz Dikran Masis, dostê hev ên kevn in.  

Îbrahim Tatlises, bi hevjîna xwe Ayşegul Yildizê re beşdarî vekirinê bû. 

 

 

 

Back to top button