Karayilan: Em karin bi Kurdistana Başûr re yek bin
Piştî bûyera Oremarê ku, di wê pevçûnê de 8 leşkera jiyana xwe wenda kiribû û gellek spekulasyon hatibûn kirin, wek, “gelo ew êrîşa li dijî Murat Karayilan hate kirin?” Karayilan bi ANFê re axifî. Serokê Konseya Rêvebir a KKCKê Murat Karayilan, diyar kir ku, wî negotiye “em êrîşa qereqolan nakin.”
Murat Karayilan wiha dibêje: Zihniyeta AKPê bû sedem ku rewş hate vê qonaxê. Ew xwe di navenda her tiştî de dibînin û tenê xwe re hene. Dixwazin ku herkes li ber wan çoka bişkîne û dibêjin bila PKK jî li ber me çoka bişkîne. Wana dixwazin ku, gelê Kurd li ber wan çoka bişkîne. Erdogan, alîgirên wî û şêwirmendê wî, di van mijaran de di nav hesabên şaş de ne. Gotin “em ê encamê bigirin. Ji aliyêkî dibêjin em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, ji aliyê din dibêjin pirsgirêka Kurd tine ye, pirsgirêka PKKê heye. Îro li Kurdistanê şerek heye. Hikumeta AKPê bi taybet dixwaze vî şerî veşêre, wendahiyê xwe kêm nîşan bide û civakê bixapîne. Tenê alternatîfa me, ne xwe spratina merhemeta AKPê ye an bi diyalogan pirsgirêk çareserkirine. Ger bi diyalogan çareseriyê pêş nexînin, em karin bi Kurdistana Başûr re bibine yek û serxwebûna xwe îlan bikin.
Karayilan, di derbarê hin mijarên ku di çapemeniyê de zêde tên nirxandin jî wiha got: Min negotiye navbeynkarê Osloyê îstixbarata Îngiliz e. Min got ew saziya, di qada navneteweyî de saziyeke ku îtibara xwe heye ye. Em bi MÎTê re rûneniştine, heyeta hate ba me, diyar dikirin ku li ser navê dewletê hatine. Min negotiye, bila MÎT were bûyerê lêkolîn bike.
Murat Karayilan, ji bo rewşa Ocalan jî wiha got: Ti rewşeke me a ku em ji bo serokatiya xwe hepsa malê bixwazin nabe, em azadiya serokatiya xwe dixwazin.