Lîstikvanek nû di kluba enerjiyê de
Rojhilata navîn dikele rojane guhertinên girîng pêktên, guhrtinek erdnigarî di rojevê de ye. Hinek alî di cihanê û herêmê de ji bo statukoya heyî neyê guhertin li berxwe didin. Lê hêdî tiştek rêya guhertinan nikare bigire.
Darayî û taybetî heyîna petrol û gaz a xwezayî bandora xwe li siyaseta herêmî û cîhanî jî dike. Eve çende ke madya Tirkî di malperên xwe yên darayî de behsa giringiya gaza Kurdistanê dikin û nirxandina dikin.
Rojnamevan Metîn Can di nivîseke xwe de bi nave (lîstikvanekî nû yê enerjiyê) ku di malpera Sabah de weşandiye dibêje ku herêma Kurdistanê bi rêya gaza xwe ya xezayî di xwaza di arêna navdewletî de bibe lîstikvanekî cîhanî: Matin can di nivîsa xwe de dibêje:
– Bakurê Îraqê (Başûrê Kurdistanê) ji bona ku bikaribe başdariyê di aboriyê navdewletî de bike, stratejêyeke nû bikartîne û bi dîtina gaza xwezayê ku digihîje 3 trilyon metir sêca, wisa dike ku bakurê Îraqê di kluba navdewletî a enerjitê de bibe lîstikvanekî nû.
– Bakurê Îraqê nuha duxebite ku di rojekê de yek milyon bermîlên neftê bo derve binêre, qonaxa yeke di dawiya îsal da bi dawî tê û qonaxa duyem jî sala 2013ê timam dibe.
Rojnamevanê navborî dbêje kul i gor gotinên Azad Sadun mamosteyê zanêngeha Newrozê, heta sala 2018ê herêma Kurdistanê dê bi buhayê 108 milyar dolaran neftê bo derve binêre.