
Roja ku, Bahçelî behsa pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” kirî heta niha guhertinên ku çêdibin, dide xûyakirin ku, ne dewlet yan MHP, yan jî Bahçelî hatiye guhertin û dev ji dîtin û ramanên xwe di derbarê Kurdan û Tevgera Kurd de guhertine. Gelek vekirî û bi awayek zelal eşkere bû ku, PKK û serokê PKKê Ocalan hatin guhertin û ji roja Ocalan bi rêya heyeta DEMê bersiva Bahçelî dayî heta niha roj bi roj gav bi gav ber bi siyaseta dewletê û ya Bahçelîve diçe.
Bê guman ev yek di bingehê xwe de ne guhertineke, eşkerebûna erkê Ocalan û siyaseta PKKê ya bi dehê salana ji navbirina Kurdan û daxwaza mafên wan yên rewa ne.
Ji berî çende kî, weneyên Bahçelî û alên MHPê li ser Sûra Diyarbekirê hatin daliqandin. Wê rojê Surên Diyarbekir ew Surên sembola berxwedana Şêx Seîd û ew Surên bûyîn şahidê xwîna hezaran şehîd sertewandîbûn. Îro jî alên MHP li pira Bismilê ve daliqandin. Veca mirov çi bêje vale ye.

Di Medya Civakî de belgeyek hate weşandin. Di vê belgeyê de behsa serkeftina Ocalan û girêdana wî ya dezgehê herî tarî ya dewletê re hatiye ispatkirin.Belge ya teqdîrkirina girêdana Ocalan bi dewletê re ye.
Veca ya kurt ewe ku, çi bibe bila bibe Abdullah Ocalan li himber tunekirina Kurda erka xwe pêkaniye.Îro li gel nûnerê Dewletê Bahçelî plana bi temamî helandina Kurda dikin…
Lê îro sibe dê kurd bi vê yekê tê bigihin û vê leyiztika tarî ya ku bûyî sedema şehidkirina dehê hezaran ciwanên kurd, ya ku bûyî sedema valebûn û talankirina Kurdistanê, ya ku civata kurd serûbinû kirî û tehrîbatên mezin di nava civatê de peyda kirî, ya ku nirxên netewebûnî şikênandî, dê ji holê rakin û dê hewlbidin li ser xetek netewî ji nûve şîn bibin …
Nêrînek…


